STENBOL - Dîroknas Erdogan Aydin, ji hemû hilbijêran xwest ku her kes bi fikara hevpar di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin. Aydin, da zanîn ku HDP û Selahattin Demirtaş di 7'ê Hezîranê de rê li pêş rejîma yek zilamî girt û wiha got: "Divê her kes li dijî rejîma yek zilamî dengê xwe bidin HDP’ê û Demirtaş."
Ji hilbijartinê de 2 roj man. Banga ji bo parastina sindoqan û çûna ser sindoqê didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji bo gel biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin û heta kêliya dawî sindoqan biparêzin xebatê dikin. Têkildarî girîngiya dengan û parastina sindoqan Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin, bang li hemû hilbijêran kir ku di 24'e Hezîranê de biçin ser sindoqan deng bidin û sindoqan biparêzin. Aydin, anî ziman ku hemû Tirkiye deyndar e ku dengan bide HDP'ê û wiha got: "Ji ber ku HDP’ê destûr neda li Tirkiye rejîma yek zilam bi ser bikeve Tirkiye deyndarê HDP'ê ye ku deng bide. Rejîma yek zilam a li Tirkiye dê rê li pêş demokrasî, laikîyê bigire. Divê êdî hilbijêrên ku pêşeroja xwe di AKP’ê de dibînin jî êdî bifikirin û ji nûve hilibjêra xwe bikin. Hemû gelê Tirkiye divê deng bide HDP'ê ji ber ku deyndarê HDP'ê yê dengan e. Di serî de tirk û sunni divê dengê xwe bidin HDP'ê. Ji ber ku ger HDP û Demirtaş destûr dabûna ku Erdogan û AKP bi tena serê xwe bibe îktîdar û Serokdewlet êdî dê mafê tu kesî yê karibe vîna xwe bîne ziman tune bûya. Em deyndarên HDP'ê ne. Ji ber ku ger HDP di bin bendê de bê hiştin dê teqez muxalefet dê nikaribe li meclîsê bi ser bikeve. Ji bo pêşerojek azad ku em karibin bibin xwedî vîn divê em deng bidin HDP’ê.
JI BO PÊŞEROJA AZAD A TIRKIYE HDP
Aydin, destnîşan kir ku divê gelê Tirkiye ne tenê ji bo deyndar dengê xwe bide HDP'ê û wiha berdewam kir: "Ji ber ku HDP di milê siyasetê de dê demokrasî, edalet û wekheviyê bîne. Ji ber ku wek hev nêzî hemû reng û beşên cuda yên tirkiye dibe. AKP ji bo rejîma yek zilamî û rejîma otorîter dixwaze HDP’ê di bin bendê de bihêle. Ger ku em lîstik û hîleyên AKP'ê xera bikin. Dê êdî pêşiya Tirkiye ronî be. Dê êdî hemû reng û nasnameyên li Tirkiye vîna xwe di meclîsê de bibîne. Ger ku HDP bi ser bikeve dê hem rê li pêş rejîma yek zilam bê girtin û hem jî dê hevî, aştî, abori pêş bikeve. Dê polîtîkayên derve li ser esasê li hevkirin û aştiyê pêş bikeve."
Aydin, herî dawî ji hemû hilbijêran xwest ku teqez biçin ser sindoqan û li dengê xwe xwedî derkevin. Aydin, xwest hem biçin dengê xwe bidin û hem jî heta dawî li ser sindoqan bin û sindoqan biparêzin.
MA / Necla Demir – Bilal Seçkin