ŞIRNEX – Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyilidiz ku parlementeriya wî hat betalkirin û niha li derveyî welat e, diyar kir ku 24'ê Hezîranê roja hesabpirsînê ye û bang li gelê Botanê kir ku xwedî li sindoqan derkeve.
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku di dema "qedexeya derketina kolanan" a di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'yê Adara 2016'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat îlankirin de bû dengê gel û paşê parlementeriya wî hat betalkirin, bal kişand ser hilbijartina 24'ê Hezîranê û girîngiya dengê ku dê ji herêmê derkeve.
Sariyildiz ku ji roja hat hilbijartin çapemeniya nêzî îktîdarê ew tim hedef nîşan dida, bilêv kir ku dê bi serketina gelê Botanê hilbijartin bi ser bikeve. Sariyildiz, bi bîr xist ku di dema qedexeyan de Şirnex êşên giran kişandin, malên şirnexiyan hatin rûxandin û gelek mirov mirin. Sariyildiz, hilbijartina 24'ê Hezîranê wekî "roja hesabpirsînî" wesifand. Sariyildiz, diyar kir ku heta niha herêma Botanê ligel hemû çewisandinan li ber xwe daye, lê ligel vê jî dîsa di hilbijartinê de yê bi ser ketiye gel e.
‘DIVÊ DENG JI VÊ FERASETA KOMKUJER RE NEÇE'
Sariyildiz, diyar kir ku ew tenê bi awayekî fizîkî ji bajarê xwe dûr e û got: "Gelê Botanê rûyê dewletê yê qirêj dîtiye." Sariyildiz, destnîşan kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê bi awayekî aşkere "dijminatiya" gelê herêmê dike û got: "Me ev yek di referandûma Başûrê Kurdistanê de dît. Divê li Botanê dengek jî ji vê feraseta komkujer re neçe. Em dikarin pehînekê li Erdogan û partiya wî ya ku li ber kendal e bixin û wan serserkî bavêjin."
Sariyildiz, diyar kir ku çarenûsa civak ne girêdayî hilbijartina ye û wiha bang li gel kir: "Hilbijartina 24'ê Hezîranê gelekî girîng e û ji bo hesabê komkujiyan bê pirsîn firsendeke mezin e. Divê em ji bo hesabên biçûk û hin berjewendiyan dengê xwe nedin feraseta komkujer. Her wiha ajokarên me yên diçin Başûrê Kurdistanê divê roja hilbijartinê biçin ser sindoqan. Dibe em bi dengekî jî di bin bendê de bimînin an jî bendê derbas bikin. Em ji ser sindoqan neçin."