WAN - Li Wanê amadekariyên mîtînga fînalê ya HDP'ê temam bûn. HDP'ê bang gel kir ku bên Qada Beşyolê û got: "Em ê hêza 23'yê Hezîranê di 24'ê Hezîranê bi biryardariya gelê xwe ew bikin yek."
HDP'ê amadekariyên mîtînga fînalê ya Wanê temam kirin. Dê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û namzetên HDP'ê yên Wanê tev li mîtîngê bibin. Her wiha dê di mîtîngê de Serhat Çarnewa û Mesût Geverî jî bi stranên xwe li ser dikê bin. HDP'iyan bang li waniyan kir ku sibê (23'yê Hezîranê) li Qada Beşyolê bin. Hevserokê HDP'a Wanê Umît Dede, anî ziman ku wan ji bo hilbijartinê xebateke pir bicoş kiriye û got: "Ji walîtiyê destûr hat xwestin, amadekarî temam in. Êdî niha tenê em li benda gelê Wanê, coş û govenda wan in."
TEMEL: DÊ FÎNAL LI WANÊ BE
Namzetê HDP'ê yê Wanê Tayyip Temel jî, diyar kir ku ji 7'an heta 70 saliyan ew li benda gelê Wanê ne ku tev li mîtîngê bibin û got: "Mîtînga ku dê li Wanê bê lidarxistin a rast dê fînale hemû bajaran be. Nêzî 50 roj in bênavber li navçe, gund û taxên Wanê em xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin û me coşeke mezin a gel girt. Em li bendê ne ev eleqe û coşa mezin di 23'yê Hezîranê de bibe fînal. Em ê hêza 23'yê Hezîranê di 24'ê Hezîranê bi biryardariya gelê xwe ew bikin yek."
GUR: DÊ GELÊ SERHEDÊ DI BIN ALAYA HDP'Ê DE BIBIN XELEK
Parlementerê HDP'ê yê Wanê yê berê Nazmî Gur jî girîngiya hilbijartina 24'ê Hezîranê careke din bi bîr xist û got: "Dê gelê Wanê bi beşdarbûyîna xwe ya mîtîngê careke din têkoşîna HDP'ê ya di warê wekhevî, yekîtî û demokrasiyê de bide der û wê destekê bidê û li Qada Beşyolûyê be. Mîtîngek me li Wanê yek jî li Îzmîrê ye. A rast ev mîtîng tê wateya ku rojhilat û rojava digihê hev. Wekî ku çawa li Amedê gel di bin alaya HDP'ê de bû xelek, dê di 23'yê Hezîranê de jî gelê Serhedê di bin alaya HDP'ê de bibe xelek."
YELMAZER: GEL JI SIYASETMEDARAN BAŞTIR HAY JI PÊVAJOYÊ HEYE
Namzeta Wanê Asûman Yelmazer jî, diyar kir ku dê gelê Serhedê xwedî li vîna xwe ya hatiye xespkirin derkeve. Yelmazer bilêv kir ku di dema xebatan de wan dîtiye ku dê gelê Wanê encameke baş ji vê hilbijartinê bi dest bixe û got: "Dema em ji mirovan re dibêjin 'hûn çawa ne', bêyî ku em tiştekî bêjin ew pêvajoyê vedibêjin. Ji siyasetmedaran bêtir her tiştî dibînin. Bi vê bîr û baweriyê em bang li hemû jin, ciwan û zarokan dikin ku tev li mîtînga me ya fînalê bibin."
Parlementera HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan jî, anî ziman ku HDP ji partiyên din bêtir amadeyî hilbijartinê ye û her wiha hilbijêrên wê jî amade ne. Ertan, destnîşan kir ku mîtîngên partiya wan li her derê bi awayekî coşdar hatine lidarxistin û got: "Dê ev hilbijartin bibe hilbijartina şandina Erdogan û MHP'ê. Loma herkes bi coş û biryar e. Hilbijêreke ku ji rêveberiya heyî re dibêje 'êdî bes e' heye. Em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga ku em ê li Qada Beşyolûyê li dar bixin. Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku bi rengê xwe û tilîliyên xwe li qadê bin."