BEDLÎS - HDP'ê li Bedlîsê amadekariyên xwe yên ji bo ewlehiya sindoqan temam kir û aramnaca wê ew e ku ji bajêr 3 parlementeran bişîne Meclîsê. Hevserokê HDP'a Bajêr Mehmet Yalçinkaya ji bo ewlehiyan sindoqan got: "Divê bûyereke biçûçik jî ji maseya krîzê re bê ragihandin."
HDP'a Bedlîsê, amadekariyên xwe yên di warê ewlehiya sindoqan de temam kir.
Dê li Bedlîsê 778 sindoq bên danîn. HDP'ê ji bo hemû sindoqan muşahid û peywirdarên sindoqan bi cih kir. Li Bedlîsê armanca HDP'ê ew e ku 3 parlementeran bişîne Meclîsê.
'BILA GELÊ ME JI BO HÎLEYAN HIŞYAR BE'
Hevserokê HDP'a Bedlîsê Mehmet Yalçinkaya diyar kir ku divê gel ligel hemû çewisandinan jî biçin ser sindoqn. Yalçinkaya, bilêv kir ku wan ji bo 62 sindoqên ku hatine veguhastin jî wan tevdîr girtine. Yalçinkaya got: "Bila şik û guman li tu kesî peyda nebin û biçin dengê xwe bi kar bînin. Divê bi awayekî lez û herî baş encamên dengan ragihînin maseya krîzê. Em ê xwedî li dengên xwe derkevin. Bila gelê me ji bo hemû hîle û xurdeyan hişyar be."
Yalçinkaya, bilêv kir ku piştî dengdayînê divê peywirdarên sindoqan girtekên bi îmzeya şil ragihînin HDP'ê û divê hevalên peywirdar heta desteya hilbijartinê ya navçeyan sindoqan bişopînin. Yalçinkaya got: "Dê hem muşahidên me hem jî peywirdarên me yên sindoqan li ser sindoqan bin. Dê di nav parêzeran de 17 hevalên me yên erka wan a îtirazê hene, roja hilbijartinê li ser kar bin. Bûyereke biçûk be jî divê welatî wê ragihînin maseya krîzê."
‘HEDEF 3 PARLEMENTER IN'
Yalçinkaya, destnîşan kir ku divê tu peywirdar neyên provakasyonan û got: "Mudaxilekirina sindoqan ne mafê tu kesî ye jî. Bêyî bûyerek biqewime, em dixwazin di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Me di 7'ê Hezîranê de nêzî ji sedî 60 deng girtibûn. Me di hilbijartina 1'Ê Mijdarê de jî nêzî ji sedî 50. Niha hedefa me ji sedî 65-70 ye û 3 parlementeran bişînin Meclîsê."