ŞIRNEX – Hevserokê HDP'a Şirnexê Zekî Îrmez, diyar kir ku roja hilbijartinê ew ê ji 8 hezarî zêdetir kesan bibin ser sindoqan û got: "Kesên ku derfetên wan tune ne, bila xwe bigihînin me. Botanî bi vê hilbijartinê dikarin hesabê tiştên hatine ser wan bipirsin."
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta "ewlehiyê" biryara veguhastina 51 sindoqên Şirnex û navçeyên wê dabû. Lê belê dîsa jî HDP ji bo vê yekê bênavber dixebite. HDP, dê herî kêm du kesan li ser sindoqên ku li bajêr bên danîn peywirdar bi8ke û huilbijêrên ku sindoqên wan hatine veguhastin jî dê bi wesayîtan bibe ser sindoqan.
DÊ JI 8 HEZARÎ ZÊDETIR HILBIJÊR BÊN VEGUHASTIN
Hevserokê HDP'a Bajêr Zekî Îrmez diyar kir ku ew ê ji 8 hezarî zêdetir hilbijêrên ku di dema "qedexeya derketina kolanan" de koçî deverên din kirin, karkerên demsalî û kesên li zozanan veguhêzînin ser sindoqan. Îrmez, anî ziman ku wan bi riya komîsyonên hilbijartinê yên partiya wan bi hilbijêrên li Wan, Mêrdîn, Manîsa û Mêrsînê re jî pêwendî daniye.
‘BI DENGÊ XWE DIKARIN HESABÊ TIŞTÊN HATIN SERÊ WAN BIPIRSIN'
Îrmez, destnîşan kir ku nemaze ew ê koçerên li zozanan û kesên ji ber qedexeyan koç kirine roja hilbijartinê bi wesayîtan bibin ser sindoqan û wiha bang kir: "Dengek jî ji bo me gelekî girîng e. Kesên ku derfetên wan tune ne dikarin xwe bigihînin me. Heta ji destê me bê em ê alîkariyê bidin wan. Divê welatî xwedî li sindoqan derkevin. Botanî bi vê hilbijartinê dikarin hesabê tiştên hatine ser wan bipirsin."