QERS - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku li Qersê bi ferqeke mezin partiya yekemîn partiya wan e û got: "Çimkî gel ji muxalefetê û nemaze jî ji HDP'ê gelekî bi hêvî ye. Girseyeke ku em ê bibin bersiva wê heye."
Li Qersê xebatên hilbijartinê bênavber didomin. Berdevkê HDP'ê û Parlementerê Qersê Ayhan Bîlgen, çavdêriyên xwe yên derbarê xebatên hilbijartina li bajêr tên kirin vegot. Bîlgen, destnîşan kir ku dê di 24'ê Hezîranê de partiya wan li bajêr bi ferqeke mezin bibe partiya yekemîn.
‘ELEQEYEKE ZÊDE JI BO HDP'Ê HEYE'
Bîlgen bilêv kir ku gelê Qersê ji bo hilbijartinê amade ye û got: "Hilbijêreke ku dizane çi dixwaze û wateya hilbijartinê çî ye heye. Li Qersê qeleyeke zêde ji bo HDP'ê heye. Her wiha hilbijêrên din jî yên ku têdigihên eger HDP bendê derbas neke dê encameke çawa xwe bide der, eleqeyeke zêde nîşanî HDP'ê didin."
Bîlgen, anî ziman ku wekî her derî li Qersê jî ji bo hilbijartinê atmosfereke coşdar heye û got: "Ji ber ku Qers bajarekî kozmopolît e, atmosfera wê ya hilbijartinê rengdartir e. Li Qersê di navbera komên hilbijêrê ên cuda de reqabeteke şirîn heye. Li bajêr HDP bi ferqeke mezin partiya yekemîn e. Çimkî gel ji muxalefetê û nemaze jî ji HDP'ê pir bihêvî ye. Girseyeke ku em ê bibin bersiva wê heye."
‘HILBIJÊR HAY JI WEADAN HENE'
Bîlgen, diyar kir ku avantajên îktîdarbûyînê hene, lê belê divê ev avantaj di demên hilbijartinan de li hemberî muxalefetê û hilbijaran neyê bikaranîn. Bîlgen, weadên di dema hilbijartinan de tên kirin şiband "nivîsa li ser avê nivîsandî" û got, hilbijêr hay ji vê yekê heye.
Bîlgen, bi bîr xist ku di serî de li Pirsûsê û bi giştî li gelek deran êrîş li HDP'ê tên kirin û got: "Lê belê ji bo ev êrîş ewlehiya hilbijartinê nexin rewşeke talûke û astengkirina vê yekê peywira hikûmetê ye. Ji dêvla ku hikûmet van helwdanên êrîşkar û provakatîf ji bo xwe bike propagandaya hilbijartinê, divê sûcdaran radestî merciyên edlî bike. Ne hewce ye ku kes ji pêşveçûyîna HDP'ê bitirs e. Çimkî ev pêşveçûyîn bi saya gel e. Divê di serî de hikûmet û partiyên din rêzê nîşanî vê tevecuha gel bikin."
‘LI SER HER SINDOQÊ MUŞAHIDÊN ME HENE'
Nîlgen, destnîşan kir ku pîvana herî sereke ya hilbijartina 24'ê Hezîranê ewlehiya sindoqan e û got: "Eger hilbijartin çi qasî di nêvengeke ewle de bên kirin, dê encam jî ewqasî rewa bin. Wekî partiyên din me jî diyar kiribû ku em ê li got hêza xwe tevdîrên xwe bigirin. Hema bêje li ser her sindoqê muşahidên me hene. Li deverên ku lê tune bin jî, em ê tevî partiyên din bi awayekî hevpar tev bigerin. Muşahidên me hatin perwerdekirin."
MA / Mahmut Ruvanas