MÊRSÎN - Namzetê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran diyar kir ku di hilbijartinê de hilbijêr çi qasî zêde biçin ser sindoqan dê HDP ewqasî bi ser bikeve û got: "Bila gelê me nebêje ji dengekî tiştek dernayê. Bila herkes dengê xwe bi kar bîne."
Namzetên HDP'ê yên Mêrsînê diyar kirin ku ew ê roja 24'ê Hezîranê ji bo ewlehiya sindoqan zêde bixebitin.
‘GOTINÊN ERDOGAN TEHDÎT IN'
Namzetê HDP'ê yê Mêrsînê Atîlla Guney diyar kir ku xebatên hilbijartinê yên AKP'ê bi êrîşan, şantaj û gefxwarinan didome û gotinên Erdogan ên derbarê HDP'ê de bi bîr xist. Guney got: "Gotinên Erdogan ku gotin divê HDP di bin bendê de bimîne, tenê ne ji bo qanehkirina hilbijêran e, di heman demê de tehdît e jî. Me di êrîşa li pirsûsê de dît, namzetekî parlementeriyê di xebatên hilbijartinê de bi dehan kesên çek li ser wan wekî eşqiyayan serdana esnafan dike û bi tehdîtan dengan dixwaze. Di encamê de 4 welatî mirin."
‘JI BO PÊŞEROJA WELAT EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN'
Guney, ji bo ewlehiya sindoqan bang li hemû peywirdarên sindoqan û muşahidan kir û got: "Ev hilbijartinê ne hilbijartina parlementoyê an jî serkomariyê ye. Ev hilbijartin ji hilbijartinê 600 parlementerî wêdetir e. A rastî dikarim bibêjim hilbijartina man û nemanê ye. Loma ji bo pêşeroja welatê me, ji bo azadî, demokrasî, mafên mirovan û aştiyeke mayînde divê em xwedî li sindoqan derkevin."
‘DIVÊ PARTIYÊN DIN JÎ XWEDÎ LI DENGÊN AKP'Ê DERKEVIN'
Namzet Ridvan Tûran jî diyar kir ku AKP zêde diqilqile û loma dixwaze HDP'ê di bin bendê de bihêle. Tûran got: "Peyam aşkere ye. Dibêjin bi milyonan kes deng bidin HDP'ê jî hûn vîna netewî bin pê bikin û HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Ev tişt aşkere ye. Piştî ku serokomar wisa got, em dizanin ku dê gelek xebatkarên partiyê û milîtan vê yekê wekî peywirê bibînin. Di vê hilbijartinê de armanca Erdogan ew e ku vîna bi milyonan hilbijêrî xesp bike. Ji bo vê yekê jî dê gavên antî demokratîk bavêje. Tenê tiştek heye ku divê em bikin. Divê gelê me pêşî dengê xwe bi kar bîne û nebêje ji dengekî tiştek dernayê. Divê herkes dengê xwe bi kar bîne. Ya dudoyan jî ew e ku, divê xwedî li dengan bê derketin. Di vê hilbijartinê de hilbijêr çi qasî biçin ser sindoqan dê HDP ewqasî bi ser bikeve. Ji bo ewlehiya sindoqan divê partiyên din jî xwedî li dengên HDP'ê derkevin. Serketina HDP'ê serketina welat e. HDP mifteya vê hilbijartinê ye."
‘SANDIKLARI BOŞ BIRAKMAMALIYIZ’
Namzet Reşat Aşan jî got: "Em di serdemeke ku tê xwestin HDP di bin bendê de bimîne de dijîn. AKP û Erdogan vê yekê bi awayekî aşkere tînin ziman. Hemû hewldanên vê îktîdara 16 salan ew e ku partiyên hemû cudahiyan di bin banê xwe de dihebîne di bin bendê de bihêle." Aşan diyar kir ku divê roja hilbijartinê peywirdarên sindoqan û muşahid xwedî li dengê xwe derkevin û girteka bi îmzeya şil a dengan bigirin cem xwe.