NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku di meha Nîsanê de 137 kes û di nava 24 saetên dawî de jî 39 kes li Sûriyeyê hatine qetilkirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di meha Nîsanê de 7 jê jin û 2 jê zarok bi giştî 137 kes li Sûriyeyê hatine qetilkirin.
SOHR’ê, got ku di nava 24 saetên dawî de jî 39 kes hatine qetilkirin û 2 kesan jî di encama qezayan de jiyana xwe ji dest dane.