MÊRDÎN - Bi hezaran welatî bi berz kirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana HDP’ê” ber bi qada mitînga fînalê ya Mêrdînê ve diherikin.
Bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, mitînga fînalê ya bajêr a di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de, li nevçeya Artuklu ya Mêrdînê hat lidarxistin.
Mitîng li Parka Karayollarî ya navçeyê pêk hat û namzetên HDP’ê yên bajêr jî beşdar bûn. Qada mitîngê bi pankartên “Em li vir in, Em dikarin”, wêneyên namzetê Serokkoriyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û flamayên HDP’ê hat xemilandin.
QAD BI TILÎLIYÊN JINAN OLAN DIDE
Berî mitîngê demek kurt bi hezaran kes, bi berzkirina dirûşman û lêxistina çepikan ketin qada mitîngê. Girseya mitîngê herî zêde ji jin û ciwanan pêk tê û bê navber dirûşmeyên “Serok Selo”, “Bijî berxwedana HDP” û fîtîkan berz dikin. Ji 7 salî, heya 70’î salî welatî bi coşeke mezin diherikin qada mitîngê.
Li qada ku tilîliyên jinan qet narawestin, girse li ber stranan guvendê digerinin û welatî bi hemû coşa xwe berbi qada bi coş a mitîngê ve hîna jî diherikin.