STENBOL - Tevgera 78'an kesên di 1'ê Gulana 1977'an de li Kazanci Yokuşu ya Taksîmê hatin qetilkirin bi bîranîn.
Tevgera 78'an 42 kesên ku di 1'ê Gulana 1977'an de li Kazanci Yokuşu ya Taksîmê hatin qetilkirin bi bîranîn. Di bîranînê pankarta ‘Em Komkujiya 1'ê Gulana 1977'an ji bîr nakin. Em şermezar dikin’ hatin vekirin, di heman demê de dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê" û "Şehîdên 1'ê Gulanê nemir in" hatin berzkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, daxuyanî ji aliyê Berdevkê Tevgera 78'an Celalettîn Can ve hat xwendin.
Can da xuyakirin ku hevalên wî li Taksîmê di encama polîtîkayên darbekaran de hatine qetilkirin û wiha got: "Xwîna hevalên me li vê meydanê rijiya, li ser Kazanci Yokuşu herikî, bi ax, dar û şînahiya vê meydanê re tevlîhev bû. Ev hesabekî 48 salî ye. Hê jî nehatiye pirsîn. Li ser navê wan hêj bîrdariyek jî nehatiye çêkirin.”
Can bibîrxist ku Qada Taksîmê malovanî ji Berxwedana Geziyê re kiriye û çawa ku li gelek welatan hinek qad bûne sembol li vî welatî jî Qada Taksîmê bûye sembol. Can da zanîn ku dê dev ji Qada Taksîmê bernedin.
Bîranîn bi danîna qurnefîlan a li Kazanci Yokuşu û xwendina sirûda 1'ê Gulanê bi dawî bû.