RIHA - Nûnerên partiyên siyasî yên beşdarî Konferansa Yekitiya Kurd bûn, diyar kirin ku konferans li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin û hêvî kirin ku bibe wesîleya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd.
Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bi tevlibûna 400 delegeyên ji 3 parçeyên Kurdistanê, “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî yê beşdarî konferansê bûn, têkildarî konferansê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso di serî de konferans li Kurdên her çar parçeyan pîroz kir û got: “Vê konferansê îro bala her kesî kişand. Ev konferans, konferanseke li gorî ruhê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bû. Ev konferans dê pêşiya bangê veke. Em li ser banga dîrokî ya Rêber Apo hatin gel hev. Me hemû cudahiyên xwe danîn aliyekî. Ji bo ji vê banga dîrokî re bibin bersiv, em ketin nava hewldanan. Heke Kurd bibin yek, dê astengiyên li pêşiya çareseriyê jî yek bi yek rabin. Dîrokê ev yek nîşanî me da ye.”
‘ÎRADEYA KURDAN BI SER KET’
Xerîb Hiso, da zanîn ku heta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihiştin vê konferansê wan gelek bedelên mezin dane û wiha domand: “Me bi saya vê têkoşînê gelek rêyên girtî vekirin. Bi hilweşîna rejîma Baasê re em li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûn. Di vê pêvajoya nû de jî heke Kurd bi awayekî xurt û hevgirtî nekeve vê pêvajoya avakirinê, dê di mijara avakirinê de xitimîn çêbibin. Dê aloziyên li Sûriyeyê bi dawî nebin. Di serî de gelê Kurd, pêdiviya Sûriyeyê bi gelan heye. Rejîma heta niha her tim Kurd înkar kirin. Polîtîkayên înkar û pişaftinê li dijî Kurdan meşandin. Li dijî çanda Kurdan astengî derxistin. Nexwestin gelê Kurd bê gel hev. Ew têk çûn û îradeya gelê Kurd bi ser ket. Di roja heyî de bêyî dîrok, çand, ziman û nasnameya Kurdan nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin. Bêyî ku em berê gelê xwe bidin rejîma navendî,i divê em di navbera xwe de yekitiyê ava bikin. Di mijara berjewendiyên neteweyî de divê em hevgirtî bin.”
‘DIVÊ KURD BI YEK NÊRÎNÊ BIÇIN ŞAMÊ’
Xerîb Hiso, destnîşan kir ku divê Kurd bi yek nêrînê biçin Şamê û ev nirxandin kir: “Hewceye em bi van hest û nêrînan biçin Şamê. Di vê serdemê de pêdiviya Şamê bi Kurdan heye. Kurd, pêşengtiya vê serdemê dikin. Kurd, pêşengtiya çareserîi aştî û demokrasiyê dikin. Paradîgmayeke me heye. Li Sûriyeyê berê her kesî li me ye. Heke em bikarin yekitiya xwe ava bikin, dê hemû gel bi ser kevin. Konferansa me li ser du rêgezên sereke hate lidarxistin. Aliyekî konferansê Sûriye û yê din jî têkildarî Kurdistanê bû. Kurd, dê bi mezinkirina yekitiya xwe re sînoran ji holê rakin. Bila ev yek bibe wesîleya Kongreya Neteweyî ya Kurd ku bi beşdariya bi hezaran Kurdan were lidarxistin.”
ZEYNEB MÛRAD: KONFERANSEKE DÎROKÎ BÛ
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad jî anî ziman ku ew bi keyfxweşiyeke mezin beşdarî konferansê bûne. Zeyneb Mûrad, wiha domand: “Me demekî dirêj ji bo vê rojê amadekarî kiribûn. Konferanseke dîrokî bû. Dê ev konferans bandoreke mezin li her çar parçeyên Kurdistanê bike. Bi vê konferansê re Sûriye dê têkeve pêvajoyeke nû. Hatina gel hev a Kurdan pir girîng e. Dê rê li ber gelek geşedanan veke. Ev gava dîrokî, ji bo partiyên nêrînên wan cuda pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin jî bibe gavekî girîng. Gelê Kurd, ji bo berjewendiyên xwe yên dîrokî hatin gel hev. Armanca konferansê ewe ku hiqûq û mafên Kurdan li her derê bên parastin. Hêvîdarim ku ev konferans bibe wesîleya Kongreya Neteweyî ya Kurd ku li her çar parçeyên Kurdistanê em mafên Kurdan biparêzin. Îro, roja çareseriyê ye. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin, li bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya birêz Abdullah Ocalan gavên dîrokî tên avêtin. Ev gavên dîrokî û banga dîrokî em îro anîn gel hev.”
FOZA YÛSIF: XWEDÎ LI BANGA RÊBER APO HATE DERKETIN
Endama Konseya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif ku encamnameya konferansê xwend jî wiha got: “Ev konferans li tevahiya gelê Kurd pîroz be. Ev konferans, encama têkoşîna bi salan a Rêber Apo ye. Rêber Apo, ji bo yekitiya gelê Kurd têkoşîneke mezin da. Ev konferans, encama banga Rêber Apo ye. Rêber Apo, jiyana xwe ji bo jiyana me ya azad feda kir. Lewma divê em ji her alî ve pir xurt xwedî li vê bangê derkevin. Her çar parçeyên Kurdistanê xwedî li banga Rêber Apo derket û bersiv da vê bangê. Ev konferans dê di mijara yekitiya neteweyî û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd de bibe gavekî gelek girîng. Di heman demê de ji bo mayindekirina mafên gelê Kurd ên li Sûriyeyê jî dê bi roleke mezin rabe. Ji bo serkeftineke mayinde, divê em têkoşîna xwe ji her milî ve mezin bikin.”
MA / Emrullah Acar