AMED - Li Amedê bi sernavê ‘Pirsgirêkên Civakî’ komxebat tê lidar xistin. Beşdarên komxebatê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li bajarê Qamişloyê tê lidar xistin silav kirin û ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya civaka demokratîk banga têkoşînê hat kirin.
Komxebata bi sernavê “Pirsgirêkên Civakî” bi pêşengiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê li Navenda Kongreyê ya Çanda Amedê tê lidarxistin. Di komxebatê de Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên partiyê û gelek beşdar amade ne.
Komxebat bi axaftina vekirinê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun destpê kir. Hatun, bal kişand ser konferansa yekîtiyê ya li Rojava tê lidar xistin û behsa girîngiya berpirsyariyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê tên jiyîn kir.
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, axivî û diyar kir ku bêyî yekîtiyê aştî pêk nayê û bal kişand ser girîngiya tifaqa kurdan. Gulşen Ozer got, "Eger em nekarin yekîtiyê pêk bînin, em nikarin aştiyê jî pêk bînin."
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, jî behsa têkoşîna gelê Kurd a ku 50 sal in didome kir û diyar kir ku niha Kurd dixwazin civakeke demokratîk û aştiyê ava bikin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo civaka demokratîk û diyar kir ku armanca wan li ser bingeha vê bangê avakirina aştiya civakî ye. Bêrîtan Guneş got, “Amed ji bo vê aştiyê amade ye.”
Piştî axaftinan komxebat ji çapemeniyê re girtî dom kir.