STENBOL - Dayika girtiyê nexweş Salman Akpinar Koçer Akpinarê xwest ku hemû girtî serbest bên berdan û got: "Kurê min neyê berdan jî em dixwazin sewqî girtîgeheke li Stenbolê bê kirin."
Pirsgirêka girtiyên nexweş ên li girtîgehan roj bi roj mezin dibe. Bi sedan girtiyên nexweş ên ji bo bên dermankirin li benda berdanê ne. Rewşa Salman Akpinarê ku astim, reflu, ulser pê re hene û nikare bimeşe, giran e. Piştî ku di 8'ê Mijdara 2009'an de li taxa Kuçukçekmece ya Stenbolê otobusa şaredariyê bi molotokokteylan hat şewitandin, Akpinar wekî berpirsê êrişê hat dîtin û hat binçavkirin. Akpinar ku wê demê belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê bû, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" 2 caran cezayê muebbedê yê giran li Akpinar hat birîn. Di cezakirinê de tu delîlên şênber tune ne, lê dadgehê îfadeyên şahidên veşartî esas girt. Akpinar ku ji sala 2009'an û vir ve girtî ye û cezayê wî di sala 2012'an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve biryar hat qebûlkirin û niha li Girtîgeha Tîpa F a Buca ya Îzmîrê tê girtin.
Parêzerê Akpinar Huseyîn Bogatekîn bi hinceta ku Wezîrê Karên Hundir ê berê Îdrîs Naîm Şahîn ji rojnameyekê re gotibû, bûyer ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin, daxwaza ji nû ve darizandin û berdanê kir. Lê daxwaza bogatekîn hat redkirin û bi îfadeyên şahidên veşarî ceza li Akpinar hat birîn.
JI DEM PARTIYÊ SERLÊDAN
Herî dawî Parlamanetera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartinê pêşniyazpirsek da Wezareta Dadê.
JI NIGÊ XWE EMELIYAT BÛYE
Dayika Salman Akpinar Koçer Akpinar a li Stenbolê dijî têkildarî rewşa kurê xwe axivî.
Koçer Akpinarê got: "Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Bila di girtîgehê de nemînin. Nexweş in. Nikarin xwarinê bixwein û razên. Kurê min tim birçî dimîne. Kurê min dibin nexweşxaneyê û tînin. Lê baş nabe. Ji nigê xwe jî emeliyatkirî ye. Endoskopî kirin û gotin tehlîlên wî neqapij in."
Koçer Akpinarê da zanîn ku kurê wê berê di Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de bûye û paşê ew birine Girtîgeha Tîpa F a Bûca ya Îzmîrê û got: "Nêzî 3 sal in ew birine Îzmîrê. Em nizanin ji bo çi birine. Kurê min neyê berdan jî em dixwazin sewqî girtîgeheke li Stenbolê bê kirin."
Koçer Akpinarê destnîşan kir ku divê girtîgeh bên valakirin û got: "Bila girtîgeh bên valakirin û her kes bê cem dêya xwe û malbata xwe. Girtîgeh tije bûne, bila zarokên me berdin."
MA / Omer Îbrahîmoglu