NAVEND NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê êrîşî girseya li ber Girtîgeha Sîne kom bûn û li dijî bi darvekirinê çalakî pêk anîn, kirin û hin xwepêşandan binçav kirin. Hêzên rejîmê bavê Ramîn Huseyn Penahî jî binçav kirin û bi îşkenceyê îfadeya wî girtin.
Komek çalakvanên, di 20’ê Hezîranê de li ber Girtîgeha Sîne kom bûn, biryara bi darvekirina Ramîn Huseyn Penahî şermezar kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê de cih girt; Hêzên rejîma Îranê êrîşê çalakvanan kir û çend çalakvan binçav kirin. Bavên Ramîn Huseyn Penahî, Mihemed Huseyn Penahî ji aliyê hêzên Îranê ve hat revandin û bi zorê îfadeya dijî kurê wî jê hat girtin
Hat diyarkirin ku ji du çalakvanên hatin çavkirin navên wan Xalîd Hisênî û Refîq Kerîmî ne. Polîsan di dema binçavkirina çalakvanan de gule girseyê reşandin. Li aliyê din dayîka Penahî Şerîfe Penahî dîmenek li ser medya civakî parve kir û got “Şevê din Hêzên Îstîxbarata Îranê bi ser mala me de girtin û bavê Ramîn Huseyn Penahî, ku bi navê Xalo Mîrza tê naskirin, Mihemed Huseyn Penahî bi îdîaya “Emê te bibin gel kurê te” binçavkirin kirin. Dûre Xalo Mîrza birinek cih ne diyar, îşkence lê kirin û bi darê zorê îfadeyên wî yên li dijî kurê wî jê girtine.”
Di heman demê de Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, ku derbarê binpêkirinên mafên marivan ên Îranê xebatan bi rêve dibin, bang dayîk û bavê Penahî weşandin. Dayîk û bavê Penahî di bang kirin de wiha gotibûn: “Em spasiyên xwe li hemû mirovên piştgirî dan Ramîn dikin. Em pîr û kalin û nikarin tiştekê bikin. Em bextreş û bê çarene. Em dixwazin biryara bi darvekirina zarokê me bê betalkirin.”