ENQERE – Di dîroka komarê de 71 hilbijartin pêk hatin. Di tevahiya hilbijartinên li Tirkiye pêk hatin de hîle û lîstik hatin lîstin. Her carê bi şiklekî lîstik hatin lîstin. Hin caran dengê dubare avêtin. Hin caran aşkere mohr lê xistin. Hin caran bi zora çekan deng bikar anîn. Hin caran li ser nave kesen din, hin caran sindoq guhertin û deng dizîn. Hin caran jî deng şaş jimartin. Herî dawî zarfê bê mohr derbasdar qebûl kirin.
Tirkiye di 24'ê Hezîranê de dê hilibjartinê pêk bîne. Ji dîroka komarê û heta niha di hemû hilbijartinan de hile û lîstik hatin lîstin. Beriya hilbijartinê mijara herî zêde têniqaş kirin hîle û lîstikên li ser hilbijartinan tên kirin. Herî dawî di 16'ê Nîsanê de bi destê YSK'ê hîleyên hatin listin hatin rewakirin û zarfên bê mohr derbasdar qebûl kirin. Vê yekê fikarên der barê hilbijartina 24'ê Hezîranê de zêde kir.
Di dîroka komara Tirkiye de gel ji bo 25 hilbijartinên giştî, 21 hilbijartinên serokomariyê, 18 hilbijartinên şaredariyan û 7 caran ji b referandumê çûn ser sindoqan. Ji salên 1930'an heta niha di hemû hilbijartinên li Tirkiye de lîstik û hîle tên kirin Di hilbijartina sala 1930’an da herêmî de Firka Gel a Komarê (Cumhuriyet Halk Fırkası) û Firka Komarê ya Serblest (Serbest Cumhuriyet Fırkası (SCF) hat avakirin.
HILBIJARTINA BI DAR
Li gorî daxuyaniyên der barê hilbijartinê de, ji 502 herêmên hilbijartinê di asta bajar de 2, bi giştî li 40 herêman SCF bi ser ket. Hat diyar kirin ku dema sindoq li bajaran gerinadin, îktidarê li gorî xwe deng guhertin. Wê demê hemû qeymeqam û walî CHP'î bûn. Di hilbijartinê de polîsan listeyên namzetên Serbest Cumhuriyet çirandin. Pirsa hûn dê dengê xwe bidin kê ji hilbijêran hat pirsîn. Yên xwestin dengê xwe bidin Partiya serbest hatin astengkirin. Li Edene û Kadikoyê hilbijêr rastî êrîşa dar û kêran hatin. Encam li gorî CHP'ê guhertin û Fethi Okyar partiya xwe fesih kir.
AŞKERE DENG AVÊTIN Û VEŞARTÎ JIMARTIN
Di hilbijartinên herêmî yên 26'ê Gulana 1946'an de deng aşkere avêtin û dema jimartin jî veşartî jimartin. Di vê hilbijartinê de CHP bû partiya yekemîn. Partiya Demokrat ku bû partiya duyemîn jimartina dengê veşartî û avêtina dengê aşkere bir dadgehê. Lê encam bi dest nexist. Di hilbijartina 21'ê Tîrmeha 1946'an de dîsa hilbijartina giştî pêk hat û dîsa heman lîstik û hîle hatin kirin.
Di referanduma sala 1961'an a guhertina Qanûna bingehin de jî dîsa lîstik û hîleyên bi heman rengî hat lîstin. Serokê Komîteya Mîllî Cemal Gursel aşkere piştgirî da “Erê" Li ser vê yekê propaganda "Erê" aşkere û rewa hat dîtin. Propaganda "Na" jî li gorî hiqûqê serbest û bi awayekî fîîlî hat qedexekirin. Li Stenbolê walî, qeymeqam, fermandarên leşkerî tev tev li kampanya “Erê" bûn.
RÊBAZÊN 12'Ê ÎLONÊ DI MERITEYÊ DE NE
Piştî darbeya leşkerî yên 12'ê Îlonê çiqas hilbijartin pêk hatin disa di milê hikûmet û dewletê de lîstik aşkere hatin lîstin. Di serdema Kenan Evren de yên ku gotin 'NA' dijminê welat hatin îlankirin. Hilbijêrên dengê "Na" avêt zext li ser wan hat kirin. Ji ber vê yekê encama referanduma Qanuna Bingehîn ya sala 1982'an rewa nayê dîtin.
Di sala 1983'an de piştî darbeya 12'ê Îlonê di hilbijartina giştî de 3 partiyên siyasî tev li hilbijartinê bûn. Partiya Demokrasiyê ya Nijadperet (MDP), Partiya Anavatan (ANAP) û Partiya Gel (HP) tenê ketin hilbijartinê. Tevî hemû hîle û lîstikan partiya MDP ku Evren û hevalên wî piştgirî didanê, têk çû. ANAP ji sedî 45 deng stend û bû partiya yekemîn. Piştre di serdema 16 salên AKP'ê dejî di hemû hilbijartinan de lîstik hatin lîstin.
Di hilbijartina 2002'an de dengê dubare hat bikaranîn. Sindoq tev li hev kirin. Pusula hat şewitandin. Di hilbijartina 2009'an a rêveberiyên herêmî de piştî partiyên kurdan gelek şaredarî bi dest xistin, li dijî şaredaran di bin navê “Operasyona KCK" de operasyon pêk anî û şaredar û siyasetmedarên kurd girtin. Li dijî hilbijêrên HDP’ê yên şaredariyan piştî 2014'an dîsa dest bi operasyona nû kirin. Li dijî Hevşaredarên DBP’ê dîsa operasyon pêk hatin û hem hatin girtin û hem jî qeyûm tayîn kirin.
Di hilbijartina 2014'an a rêveberiyên herêmî de di dema jimartinê de li 35 bajaran çend saetan ceyran hat qutkirin. Rayedarên CHP û MHP’ê li ser sindoqan razan. Di hilbijartina dawî ya referanduma 16'ê Nîsanê de zarf û pusulayen bê mohr erê derbas kirin û Erê bi ser xisitn. Referandum di bin OHAL'ê de pêk hat. Niha jî hilbijartina 24'ê Hezîranê dîsa di bin şert û mercên OHAL'ê de pêk tê. Dîsa hemû çapemenî, walî, qeymeqam, leşker û polîs ji bo AKP'ê dixebitnin û HDP'ê sansur dikin.
MA / Kenan Kırkaya