STENBOL - Dayîkên Aştiyê, diyar kirin ku roja hilbijartinê piştî dengê xwe bidin, dê di baxçeyê dibistanan de rawestin û piştî hilbijartinê jî dê biçin ber buroyên hilbijartinê û gotin: “Werin hûn jî xwedî dengên xwe derbikevin û baxçeyên dibistanan vale nehêlin.”
3 roj man ji bo hilbijartinê. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo ewlekariya sindoqan tedbîrên xwe zêdetir dikin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, banga parastina sindoqan li gel kir.
HILBIJÊR HIŞYAR KIRIN
Dayîka Aştiyê Emîne Erbek, ji bo çawan dengê xwe bi kar bînin hilbijêr hişyar kirin û wiha axivî: “Pusuleya dengan a Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê ji cudane. Li ser pusuleya serokkomariyê wêneyê Selahattîn Demîrtaş û li ser pusuleya parlamenteran jî wêneyê dara HDP’ê heye. Hûnê mohra xwe li binê her duyan bidin. Vaye hûn bûyera li Pirsûsê dibînin. Gelê Kurd divê xwedî Kurdîniya xwe derbikevin. Ji bo em xwedî kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin derbikevin dê em herin ser sindoqan. Dayîk, zarok, xwişk û bira êdî bese. Dengê xwe bidin xwe.”
‘EM LI BER SAZIYAN BIN’
Erbek, anî ziman ku roja hilbijartinê piştî dengê xwe bidin, dê di baxçeyê dibistanan de rawestin û piştî hilbijartinê jî dê biçin ber buroyên hilbijartinê û wiha bi dawî kir: “Emê di baxçeyên dibistanan de xwedî dengên xwe derbikevin. Piştî jimartina dengan qediya emê herin ber buroyên hilbijartinê. Em xwedî dengên xwe derbikevin ku winda nebin.”
‘DENGEK JI BO HDP Û DENG JI BO DEMÎRTAŞ’
Dayîka Aştiyê Naciye Şahîn jî, diyar kir ku divê hemû Kurd destê xwe danin ser wijdana xwe û wiha got: “Divê Kurd destê xwe danin ser wijdana xwe û wisan dengê xwe bidin. Dengek bidin HDP’ê û dengek bidin Demîrtaş. Xwedî dengê xwe derbikevin. Gelek ne maye ku em ji wan xelas bibin. Em Dayîkên Aştiyê dê roja hilbijartinê ji baxçeyên dibistanan dernekevin. Bila hemû dayîkên mîna me werin û piştgiriyê bidin me. Werin em li dora dengên xwe bibin çember.”
MA / Sadiye Eser