ERDEXAN – Namzetê HDP'ê yê Erdexanê Taşkin Aktaş, diyar kir ku ew piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê hatin girtin û zextên li ser wan zêdetir bûn, Lê tevî her tiştî niha ji 7'ê Heziranê xurttir û bi hêztir in.
Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re 3 roj man. Xebatên HDP'ê ji bo hilbijêr biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û parastina sindoqan bi şev û roj berdewam dike. Têkildarî rewşa hilbijartinê û xebatên Bajarê Erdexanê Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Erdexanê Taşkin Aktaş û Ozurk Polat nirxandin. Aktaş, diyar kir ku ew piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê hatin girtin û zextên li ser wan zêdetir bûn, Lê tevî her tiştî niha ji 7'ê Heziranê xurttir û bi hêztir in. Aktaş, anî ziman ku niha xebatên wan ji yên 7'ê Hezîranê baştir in û wiha got: "Em vê carê armanc dikin ku di 24'ê hezîranê de 2 wekîlan bişînin meclîsê. Atmosfera hilbijartinê ya HDP'ê ji her demê baştir e." Aktaş, demek berê ji girtîgehê derket. Piştî ku derket dîsa di nava xebatan de cih girt. Aktaş, destnîşan kir ku gelek rêveberên bajar û navçeyan girtî ne. Aktaş, bilêv kir ku tevî hemû zextan ji pêvajoya 7'ê Hezîranê bêtir bi hêz in. Aktaş, destnîşan kir ku xebatên wan bi coşek mezin û tevlêbûnek mezin berdewam dike. Her roj li navenda Erdexanê û 5 navçeyên wê kom bi kom em li tax û gundan belavokan belav dikin. Em beşdarî civînên kahweyan dibin. Me malbatên hevalên xwe yên girtî ziyaret kirin. Piştî em hatin berdan me xebatên xwe ji cihê mayî berdewam kir."
HDP PARTIYA YEKEM E
Aktaş, da zanîn ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li Erdexanê partiya duyemîn bûn, lê niha HDP partiya yekemîn e. Em niha ji 7'ê Hezîranê bêtir bi hêz in. Em niha muşahîd û endamên sindoqan perwerde dikin. Em bang li her kesî dikin ku biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û sindoqên xwe biparêzin.
GELÊ ME BÊTIR XWEDÎ DERDIKEVE
Namzetê HDP'ê yê Erdexanê Ozturk Polat jî anî ziman ku li gel zext û zordariyan gel gavan paşve navêje û ji her demê bêtir li HDP'ê xwedî derdikeve. Polat, da zanîn ku gelê Erdexanê ji her demê bêtir li dijî hikûmetê bi hêrs e.