* Berxwedana karkerên Siteya Pêlavan a Işikkentê yên di kargeriyên bê hewa de dixebitin, didome. Karkeran diyar kirin ku ji bo parastina keda xwe û mafê civakî dest ji kar berdan û heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin.
* Derhênerê fîlma “7 roj û 7 şev” Alî Bozan ê ku fîlmê li ser bîranîna Taybet Înan a ku li Silopî cenazeye 7 roj li erdê hat hiştin wiha got: “Ya ku min xist nav liv û tevgerê hestên min bûn. Ew hestên min jî hêrs û bêçarebûn bû.”
* Kolektîfa Keda Jinan a Mêrsînê dest bi “Bernameya Perwedeya Mafê Mirovan ên Jinan” ku dê 16 hefteyan bidome, dike. Endama Kolektîfê Bînesaz Ozge Goncu, diyar kir ku ew bi bermaneya perwerdê armanc dikin ku rêxistinbûyîna jinêan xurtir bikin.
* Xwendekarên beşdarî kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî bûn wiha gotin: “Ji bo em hînî kurdî bibin, pêş ve bixin û bikin zimanê jiyanê li vir in.”
* 20 girtiyên di 17’ê Hezîranê de ji Girtîheha Tîpa L a Antalyayê sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê kirin, 123 rojin di hucreyan de tên girtin.
* Tûtinvan Vedat Avci, bertek nîşanî qedexekirina tûtinê da û wiha got: “Li ser her kuçeya taxê tiryakê difiroşin. Ji dêvla ku dewlet bi tûtinê re bilî bibe, divê bi eroîn û tiryakê re bilî bibe.”
* Îffet Tekdag a 63 salî ku bi salan e di çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” de cih digire, li hestiyên birayê xwe Alî Tekdag û kiryarên birayê xwe Mehmet Tekdag digere.
* Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek bertek nîşanî êrîşên Iraq û Heşdî Şabî yên li hemberî Kerkûkê da û diyar kir ku divê gelê kurd li hemberî van êrîşan tewrekî hevpar nîşan bide. Çîftyurek wiha got: “Heke êrîş berdewam bikin, divê Başûr û Rojava bi vîneke hevpar sînorên di navbera xwe de rabikin.”
* Di ser tatbîkata leşkerên TSK'ê û Iraqê ya beriya referanduma 25'ê Îlonê ya Herêma Kurdistana Federal bi hevre li deriyê sînorê Xabûrê pêk anîn mehek derbas bû. Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag daxuyanî da û got “Pişti xeba bi dawî bibin dê deriyê sînor têkeve kontrola hikûmeta Iraqê." Vê daxuyaniyê pirsa "Gelo dê mudaxaeya leşkerî li Sîlopiyê di deriyê Sînorê Xabûrê re bê kirin?" anî aqilan.
* Welatiyê bi navê Kamuran Duman ji ber spartina cerdevaniyê ji Colemêrgê bi malbata xwe re koçî Wanê dike. Duman ê ji bo debara malbata xwe ya ji 12 kesî pêk tê bike darên guzan dadiweşîne û dibêje ji bo debarê rîskê mirinê jî daye ber çavê xwe.
* 19'emîn rûniştina doza facîaya Kana Soma ya Manîsa ku 301 karker mirin dê li li Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê bê dîtin. (09.00)
* Rûniştina doza komkujiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku 11 endamên PKK'ê lê hatin kuştin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Rûniştina doza polîsê kujer Omer Yegît ê zarokên 7 salî Muhammed û birayê wî yê 6 salî Furkan Yıldırım ku li navçeya Sîlopya bi panzêrê li xanî xist û di mal de kuştin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê dîtin. (13.00)