STENBOL - Bi ser tehliyeya Serokê Rûmetê yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli hêj 24 saet derbas nebûbûn ku dîsa hate girtin.
Bi ser tehliyeya Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli re hêj 24 saet derbas nebûbûn ku hate binçavkirin û girtin. Dozgeriyê, li dijî tehliyeya Kozagaçli îtîraz kir. Dadgeriyê jî îtîraz qebûl kir û biryara girtinê da. Kozagaçli ku anîn Edliyeya Stenbolê, piştî amadekirina muddetnameyê şandin Girtîgeha Marmarayê. Kozagaçli ku di sala 2017’an de hatibû girtin, duh înfaza cezayê xwe temam kiribû û hatibû berdan.