NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê li gotina stranan li 7 jinên hunermend qedexe kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (HRNA) di nûçeyeke xwe de ragihand ku hêzên îstîxbaratê yên Îranê di 16'ê Nîsanê de li navçeya Behbehanî ya Eyaleta Xuzistanê ji bo îfadeyê bang li 7 hunermendên jin kirin.
Hate ragihandin ku di encama lêpirsînê de belgeyek bi zorê bi jinan hate mohrkirin ku tê de gotina stranan, tevlibûna li civînên jinan, lêdana li amûrên muzîkê û karên hunerî yên li medya dîjîtal tê qedexekirin.
Hunermendên ku der heqê wan de ev biryar hatiye dayin ev in: Îlahe Ahmedî, Mehsan Îhtîramî, Negîn Mansûrî Nejad, Azardext Tahîrpûr, Ramîş Seyîd, Mujde Nasîrî û Zûlfa Cemşiyanî.