STENBOL - Dayikên Aştiyê çûn serdana nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin. Dayikên Aştiyê, ji hêla şandeya DEM Partiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder a li beşa lênihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê berdewam dike.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, çûn serdana nexweşxaneya Onder lê tê dermankirin. Dayikên Aştiyê, ji hêla şandeya DEM Partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Dayikan, der heqê rewşa tenduristiyê ya Onder de agahî girtin.