Temelli: Em bi hevre bibin muşahîd
Diz pirin em sindoqan ji dizan biparêzin

  • rojane
  • 20:24 20 Hezîran 2018
  • |
img
HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Hatayê beşdarî mîtîngê bû û xibatî deh hezaran kir. Temellî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên şer û destnîşan kir ku AKP bi şer li ser îktîdarê ye. Temelli, anî ziman ku li vî welatî diz pir in û xwest di roja hilbijartinê de şopdarên deng û sindoqên xwe bin. Temellî xwest her kes muşahidê dildar bin. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Hatayê di çarçoveya hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Hatayê mîtîng pêk anî. Di mîtingê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axivî û hikûmeta AKP'ê da ber rexneyan. Temellî, xwest piştî 24'ê Hezîranê bi hevre bingeha demokrasiyê bavêjin û ji bo vê yekê jî berî her tiştî bi herve Makeqanûna Bingehîn a demokratîk ava bikin. 
 
Axwaftina Temelli wiha ye: 
 
HÊJ NAMZETÊ ME DEMÎRTAŞ GIRTÎ YE, JI BER JÊ DITIRSIN 
 
"Ji hilbijartinê re 4 roj man, hêj namzetê me yê Serokomariyê Birêz Demîrtaş girtî ye. Çima? Ji ber ku ji namzemê me ditirsin. Ew dixwazin bi 400 wekîlan biçin meclîsê û rejîma yek zilamiyê têxin destê xwe. Em dê destûrê bidin vê yekê? Na qet em destûr nadin vê yekê. Lê ew ji bo me asteng bikin serî li hemû rêbazan didin. Xebatkarên me binçav dikin.  Ez bang li hêzên ewlehiyê dikim. Nebin şirîkê sûc. Hûn xizmetkarên cemaweriyê ne. Hûn ne xizmetkarê îktîdarê ne. Ew bi hilbijartinê hatine û dê bi hilbijartinê biçin. Lê hûn dê li holê bimînin. Îktîdar dê di 24'e heziranê de biçe û dê hesab bide gel. Ez dîsa hişyar dikim. Guh nedin derewên ku der barê Pirsûsê de dikin. 
 
DOZGER LI BENDA ÇI NE?
 
Di roja arîfeyê de ji malbatekê 3  welatî kuştin. Di bedena yekî de ji 17 çekên cuda şopa 17 guleyan derket. Lê hêj der barê bûyerê de kesek nehatiye binçavkirin. Li şûna bersûcan binçav bikin û darizînin HDP'ê tawanbar dikin. Îro bi dehan şahid hene. Qeydên kamera hene. Lê hêj dozgeran kesên ku ev komkujî pêk anîne kesek binçav nekirine. Dozger hêj li benda çi ne? Li benda fermanê ne?. Em dibêjin bersûcan bigirin. 
 
Wekî ku li Serêkaniyê 2 polîs kuştin, wekî ku li Pirsûsê 33 ciwan kuştin, niha dîsa bi lîstikan komkujiyek din li Pirsûsê kirin. Tu wezîrê Karên Hundir e. Divê tu rastteqîn nêzî bûyerê bibe. Divê tu bersûcan bide darizandin. 
 
WERIN EM BI HEVRE MAKEQANÛNA DEMOKRATÎK AVA BIKIN
 
Werin em bi hevre piştî 24'ê Hezîranê bi hevre bingeha demokrasîyê bavêjin. Em bi hevre makeqanûna nû ava bikin. Makeqanûna ku hemû nasname, reng û bawerî bi hevre bijîn bi hevre ava bikin. Divê em hêzê ji rengên cuda bigirin. Em dikarin bi hevre li ser bingehê welatiya wekhev Qanûna demokratîk ava bikin. Em dikarin bi hevre Qanûna Demokratîk a li ser bingehê welatiya wekhev û aştiyê tê avakirin saz bikin. Ger ku me wisa kir, dê pirsgirêka aştiyê, demokrasiyê, pirsgireka kurd, pirsgirêka betaliyê bê avakirin. Ev hêza me heye. Madem em li gel hev dijîn. Wê demê em pirsgirêkên xwe jî bi hevre çareser bikin. 
 
Bersîva kesên ku dibêjin "Pirsgirêka kurd tune" niha di vê kêliyê de gelê Amedê li Qada Îstasyonê dide. Em bi rêxistinên demokrasîks saziyên civakî û hemû reng û nasnameyên civakê re dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo vê yekê divê em piştî 24'ê Hezîranê destê xwe bidin hev. An em dê demokrasiyê hilbijêrin. An em dê demokrasiyê hilbijêrin. Ger ku em demokrasiyê hilbijêrin wê demê divê em bi hevre destê xwe bidin hev û bi hevre pirsgirêkan çareser bikin. 
 
16 SALIN ÇIMA STATU NEDAN CEMXANEYAN? 
 
Niha dibêjin em dê statuya cemxaneyan bidin elewiyan. Îktîdara ku 16 salin li ser kar e, heta niha tu gav neavêtiye, hêj nû dibêje dê statuya elewiyan bidim. Te heta niha çima nekir? Ji ber ku her dem îktîdara xwe li ser nifrîn, perçekirina civakê ava dikin.  Banga me eve. Werin em bi hevre Makeqanûna Demokratîk bi hevre ava bikin. Kengî me Qanûna Bingehîn ava kir, wê demê em dê karibin aştî, demokrasiyê pêş bixin. Di vê pêvajoya ku ew qas pirsgirêk hene, niha bi welatên derve re mujûl dibin. Li ser Sûriye hesab kirin. Şer ji bo Sûriye rewa dît. Li Sûriye rê li pêş DAIŞ'ê vekir. Ji 2011'an li Sûriye şerê navxweşî heye. Niha çeteyên OSO li Efrînê bi cih dike. Çeteyên OSO li wir talan dike, tecawizî jinan dike. Niha ev li Sûriye hêj didome. Ji bo îktîdara xwe ya qirêj berdewam dike li ser Efrîn, Minbicê hesaban dike. 
 
 
4 MILYON WELATIYÊN SÛRIYE ÎRO MEXDÛR E
 
Îro roja Penaberan a Cîhanê ye. Lê îro penaberan wekî maşika siyasî bikar tîne. Rojekê li dijî Ewropa dike maşik. Rojekê dike hemal û karkerên keda erzan û dixebitîne. Rojekê dike amûra hilbijartinê û mafê welatiyê nadin wan. Em li dijî van polîtîkayan dibêjin ne şer aştî. Divê her welat der barê siberoja xwe de biryara xwe bidin. Li her welatî her netew û civak di nava sînore xwe de di nava aştiyê de û wekhev bijîn. 
 
Em dê Tirkiye ji xizaniyê û betaliyê xelas bikin. Her kes dê bi afirine. Dê edaleta hatinê pêş bikeve. Tirkiye di cîhanê de welatê herî bê edalet e di qada aboriyê ye. Em dê li dijî xizaniyê û ne wekheviyê têbikoşin. Em dê li gorî heq û edaletê butçeyê belav bikin. Divê xizan ne xizan û dewlemend ne dewlemend bin. Binerin li Hatayê betalî zêde bûye. Di serdema îktîdarê de faîz ji sedî 6'an derket ji sedî 18'an. Dolar ji 3.5'an derket 5'an. 
 
Li Hatayê 2 santralên termikê hatine avakirin. Niha jî projeyên 16 santralên din danîne. Ev tev zerarê dide xwezayê. Îktîdara ku qîmet nade xwezayê li hemberî me ye. Nexweşxaneyen Bajaran jî bi vê armancê tên kirin. Xizmeta tenduristiyê kirine amûra bazirganiyê. Mafê her kesî heye ku ji mafê tenduristiyê bigirin. Dîsa mafê her kesî heye ji perwerdehiyê sûdê bigire. Em dê dawî li pergala tenduristî û perwerdehiya bi pere bînin. Em dê hemûyan çareser bikin. 
 
Lê divê berê em ji Erdogan xwe xelas bikin. 
 
Me di serî de got em dê şev û roj bixebitin. Me wisa kir. Niha jî divê em biçin ser sindoqan û destûr nedin dengê me bidizin. Vana diz in. Divê em şopdarên dengê xwe bin. Em destûr nedin diziyê bikin. Ji ber vê yekê em dê tev muxahîd bin. Bila dost û dijmin zanibin, Em dê bi ser bikevin. Teqez em dê bi ser bikevin." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/06/2018
13:41 Gelê Amedê peyamek çawa da?
13:40 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 765’emîn serlêdan
13:06 Îtîfaqa AKP-MHP'ê dixwazin OSO bi pereyan tev li operasyona Kandîlê bikin
12:49 Warê Feqiyê Teyran bi biryarin encama 7'ê Hezîranê bistîne
12:35 Hêzên rejîma Îranê êrîşî girseya li ber Girtîgeha Sîne ya Penahî lê girtî ye kirin
12:28 Namzetên HDP’ê di berbanga sibê de karker û esnaf ziyaret kirin
12:17 Dê hilbijêran ji zozanan bibin cihê sindoqan
11:41 Pêşkêşvanê got ‘Şehîdên Demokrasiyê’ hat girtin
11:36 Demîrtaş: Ez ê vê êvarê e-mitingê bikim!
11:33 Mala ji dar û textan kirin buroya HDP’ê
11:22 Batman dibêje HDP û tiştek din nabêje
11:10 4 kes li Colemêrgê hatin binçavkirin
11:10 Mehmet Tursun: Rola DMME nema ye
11:08 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 34'an
11:06 Lîstikên hilbijartinê qet bi dawî nebûn
10:48 ‘Li Idirê ji ber ku eleqeya ji bo HDP’ê zêde bû, partiyên din pes kirin’
10:21 Komên çekdar li Efrînê bijîşk kuştin
09:59 Temel: Tirsa çûniyê bi wan girt!
09:51 ‘Yalova dê xwedî ked û dengên xwe derbikevin’
09:25 Dema hûn deng bidin divê hûn li çi baldar bin?
09:24 Namzetên HDP’ê: Heya ku deng teslîmî YSK’ê bên kirin, divê sindoqa bên parastin
09:24 Dayîkên Aştiyê: Em baxçeyên dibistanan vale nehêlin
09:23 HDP dê li Îdirê 407 sindoqan bi 908 kesan biparêze
09:22 Namzetê HDP'ê Aktaş: Em ji 7'ê Hezîranê bi hêztir in
09:22 Ez dê bi gopalê xwe sindoqê biparêzim
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2018'AN
20/06/2018
21:06 Mîtînga HDP’ê ya Êlihê bi dawî bû
20:24 Temelli: Em bi hevre bibin muşahîd
Diz pirin em sindoqan ji dizan biparêzin
19:18 Gelê Amedê biryara xwe da
18:35 Uca: Sindoqan ji dizan biparêzin
Buldan: Wan Heskif di bin avê de hişt hûn jî wan di bin avê de bihêlin
18:23 Li Dîlokê 12 binçav kirin
18:06 HDP’ê ji bo tevlîbûna mitînga Sêrtê bang kir
17:23 Namzetê HDP'ê yê Erziromê Firat: Em gavekê jî paşve navêjin
17:22 Turk: Di 24’ê Hezîranê de dê deriyê azadiyê vebe
17:01 Li Stenbolê: PKK, HDP'ê kuşt
Li Rihayê: Her tişt dê derkeve holê
16:46 Li girtîgeha Ramîn Panahî lê tê girtin liv û tevger: Dibe her kêlî bê darvekirin
16:01 Kurkçu: Ligel hemû hîleyan Erdogan dê winda bike
15:48 Ji rêxistinên pîşeyî helwesta 24'ê Heziranê
15:11 Ji bo rojnameger Sur lêpirsîna Pirsûsê
14:44 Niviskaran pirtûka ‘Seher’ a kurdî îmze kir
14:23 Êrîşa bi roketê li Çelê pêk hat: 2 leşker mirin
14:16 Ji pitika ku 19 sal berê mir re kaxiza hilbijêr şandin
14:11 Ji bo tevlîbûn mitînga Geverê bang
13:33 ‘Gel ji duh de amadene wan teqawîd bikin’
13:32 Biryara rakirina posterên Erdogan betal kirin
13:06 Stenbolî: Em sindoqan bê xwedî nahêlin
12:42 Plansazên endezyar, avahîsaz û bajar piştgirî dan HDP’ê
12:31 Banga beşdariya mitîngên Îzmîr û Osmaniyeyê hat kirin
12:19 Navenda Giştî ya HDP'ê ji bo ewlehiya hilbijartinê masaya krîzê ava kir
12:04 Li her dibistanek Stenbolê dê parêzerek hebe
12:01 Ji bo hatina Erdogan bi ser malan de girtin
11:40 Celal û Adîl Şenyaşar bi 23 guleyan bav Esvet jî bi lîncê kuştin
11:15 Fîgen Yuksekdag: Gelên Tirkiyeyê di bin talûkê de ne
11:14 Waliyê Sêrtê Atîk ji bo AKP’ê deng ji gel dixwaze
10:53 Ji bo mitînga Bedlîsê bang
10:40 Li Sîlopî doza ‘panzer'ê: Keşfa cihê bûyerê dîsa betal kirin
10:32 10 kes li Erzirom hatin binçav kirin
10:17 Endama Meclîsa HDP’ê Çinar hat binçavkirin
09:59 ‘Vê tabloyê salên 90’î anî bîra me’
09:47 Ji Mexmûriyan bang: Biçin ser sindoqê û xwedî li sindoqan derkevin
09:35 HDP bi biryare li Yalova wekîlekê-î bişîne meclîsê
09:00 Roja penaberên cîhanê: Li Tirkiye bi milyonan penaber bê statu ne
08:59 ÎTO Soylu hişyar kir: Li şûna tu heriyê davê ronî bike
08:58 Welatiyê ereb: Dengê xwe bidin HDP'ê
08:57 Ciwanê ji AKP'ê îstifa kir: Me got em kurd in, gotin 'bibin gurgeboz'
08:56 ‘Heta hejmarî neqede em sindoqan bişopînin'
08:55 Gaziyê 10'ê Cotmehê gund bi gund ji bo hilbijartinê digere
08:55 Gundiyên sindoqên wan hatin veguhastin: Çi bivê em ê bikin
08:53 Dersimî: Pêşî mîtîng paşê sindoq
08:28 Bin bendavê mizgeft ser avê minare
08:27 Bav û kur bê navber ji bo hilbijartinê dixebitin
08:27 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2018'AN
19/06/2018
17:28 Ferdên malbata Acar nehatin berdan
17:26 Li Agiriyê binçavkirin û li Wanê mûdaxile
17:03 Hunermend Jiyan ji ber gotina ‘Kurdistan’ hat girtin
17:01 Daxwaza hevdîtina Ocalan a 764’emîn hat redkirin
16:56 Baroya Amedê: Em ê der barê Soylu de serî li rêyên zagonî bidin
16:25 Şenyaşar 19 salin endamê odeya bazirganiyê
16:12 'Roja hesab pirsîna hilweşandina peykerê Ehmedê Xanî ye’
16:01 Li Îzmîr û Hatayê ji ber medyaya civakî 16 kes hatin biçavkirin
15:32 Ji weşanxaneya Amara pirtûka 'Bizi Temsil Edemezler'
15:29 Di Doza Soma de li dijî mutaleyê parastin: Nirxandin skandalek hiqûqiye
15:21 Jin wê bi reng û dengên xwe li Qada Îstasyonê bin
14:47 Gelê Babê alîkarî ji QSD'ê xwest
14:39 Waliyê Dersimê ji bo AKP’ê deng xwestin
14:29 HDP’ê dengdêrên Amed û Sêrtê vexwendin mîtîngê
14:09 Ji ber medya civakî li Wêranşarê 5 kes hatin binçavkirin
14:04 Mehmet Şenyaşar: Li min dan, kêr kirim, gule berdan min, lê min teqlîdê mirî kir
13:59 Dadger di danişîna doza Rojnameger Toker de gazinç kir
13:37 Demîrtaş: Deng bidin me, em ji derveyî kek û simîtan tiştên xweştir bixwin
13:21 Hunermendan piştgirî dan HDP'ê
12:32 Baroya Edenê bo gotinên Wezîrê Karê Hûndir bang li dozgeran kirin
12:20 Hiqûqnas: Daxuyaniya Wezîr Soylu zordestiya li ser hiqûqê ye
12:19 ‘Em li Qada Seyît Riza dîrokê binivîsînin’
12:05 Demîrtaş ji bo AYM'ê got: Teqlîda miriyan dike
12:03 ‘Frênên AKP’ê teqiya wê bi teqe’
11:28 Li Gabarê teqîn
11:24 Doza Soma bi meşê des pê kir: Em ê deng nedin wan
11:23 Parêzeran ji bo Ocalan ziyaret bikin cara 764’an serlêdan kirin
11:14 Rapora Kesê Zana: Polîs bi 'zanebûn' nekiriye