Gelê Amedê biryara xwe da

  • rojane
  • 19:18 20 Hezîran 2018
  • |
img

AMED - Li qada Îstasyonê ku Serokomar Erdogan got “Pirsgirêka kurd tune" bi sed hezaran Amedî tev li mîtîngê bûn û helwesta xwe nîşan dan. Di mîtîngê de hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bersîv da Erdogan û got: “Ger ku dixwazin pirsgirêka kurd bibînin, bila li ruyê Tansu Çiller û Mehmet Agar ên xistine bin baskê xwe binerin." 

 
Di pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê de bi tevlêbûna sed hezaran li Qada Îstasyonê mîtîng pêk anî. Qada îstasyonê tije bû û cih nema. Di "Mîtînga mezin a Amedê de" bi sed hezaran kes amade bû û cih li qadê nema. Her çend polîsan tedbîrên mezin stend  û hemû kolan û kuçeyên diçin qadê bi bariyeran li trafîkê girt û nokteyên lêgerînê ava kir jî dîsa ji her kolanê bi deh hezaran gel herikî qadê. Dîsa bi dehan komîsyonên ku HDP'ê ava kiribûn jî bi xwe ewlehiya xwe ava kir. Qada Mîtîngê bi alên HDP'ê hat xemilandin. Li qadê pankartên “Jin dê Faşizmê têk bibin", “Jin jiyan azadi”, “Navnîşana aşti, wekhevî û azadiyê HDP”, “Dengê jinan dê biçe ji bo wezareta jinê", “Li dijî înkara jinê, dîwna jinê", “Li dijî rejîma yek zilamî em tên", “Dengê jinan ji azadiyê re”, “Rê ji faşîzmê re tune" “Dengê jinê ji aştiyê re" vekirin. Girsê bê navber ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin. Bê navber dirûşmeyên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. 
 
Koma Meclîsa Ciwanên HDP'ê ku xwestin ji Semta Ofîsê têkevin qadê, bi çepik û tilîlîyan meşiyan. Ciwanên ku pankarta "Canê we yê bi qasî dengekî heye" û "Belasebeb stajê neke, em te nakin Serokomar" wekirin. Lê di ketina kontorlê de polîsan dest danî ser pankartan. Polîsan dest danî ser şûşê pet ên avê jî. Koma ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên "HDP li ber xwe bide em biçin meclîsê", “Ji Demirtaşê li zindanê li ber xwe dide re hezar silav" "Girtiyên siyasî rûmeta ne ye" berz kirin. Polisan dest danîn ser rûpoşên Selahattin Demirtaş. 
 
Koma jinên ku li ber Otela Prestijê jî kom bûn, bi erbane û defê meşiyan û hatin Qada Îstasyonê. Li qada Îstasyonê du ekranê LD'ê vekirin. Sînevîzyona ku HDP'ê amade kiribû hat pêşandan. Bi sed hezaran kesên qada Îstasyonê tije kir, beriya mîtîng dest pê bike, wekî mîtînga mezin a 5'ê Hezîrana 2015’an ji Qada îstasyonê heta çariyana Ofisê kortej ava kirin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Ewil Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi gel silav kir û diyar kir ew dikarin. Çamçi, da zanîn ku ev zilm û zordariya ku wan aniye serê gel tu carî ji bîr nakin û wiha got: "Wan Cizir, Sûr, Nisêbîn û Xirnex xera kir. Wan qeyûm tayîn kirin, Wan li Pirsûs, Roboskê, Enqere komkujî pêk anîn. Wan Hevserok û Şaredarên me girtin. Herî dawî li Pirsûsê mirov qetil kirin. Em tu carî van ji bîr nakin." 
 
 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yigitalp jî axivî û got: "Her dengek pir bi qîmet e. Bila ew baş zanibin ku pişti em bi ser ketin bila zanibin ku çawa siyaset tê kirin. Jinên Rêzdar ev partî, partiya jinan e." Yigitalp, da zanîn ku dê jin vê pergalê biguherînin û dawî li vê rejîmê bînin. 
 
Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî derket ser dikê û gel slav kir. Li qada Îstasyonê ku Serokomar Erdogan got “Pirsgirêka kurd tune" bi sed hezaran Amedî tev li mîtîngê bûn û helwesta xwe nîşan dan. Di mîtîngê de hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bersîv da Erdogan û got: “Ger ku dixwazin pirsgirêka kurd bibînin, bila li ruyê Tansu Çiller û Mehmet Agar ên xistine bin baskê xwe binerin." 
 
Di mîtîngê de axaftina Demîrtaş a di TRT'ê de hat weşandin hat temaşekirin. Pişti namzet derketin ser dikê û gel silav kirin Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bi sed hezaran kesên beşdarî mîtingê bûbûn silav kir. Buldan, anî ziman ku li warê bomle lê teqîyan û komkujî lê pêk hat îro mîrov bûne lehî û hatine û ev nîşan dide ku dê di 24'ê Hezîranê de AKP'ê bişînin. Buldan, anî ziman ku gel tu carî Cizîr, Nisêbîn û Sûrê ji bîr nake û dê hesabê vê yekê bide. Buldan, da zanîn ku bi vê seknê gel li Pirsûsê xwedî derket û dê hesabê vêyekê bipirse. Di mîtîngê de hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bersîv da Erdogan û got: “Ger ku dixwazin pirsgirêka kurd bibînin, bila li ruyê Tansu Çiller û Mehmet Agar ên xistine bin baskê xwe binerin." Buldan, anî ziman ku êdî dê ne balafirên şer dê kevokên aştiyê li ser Amedê bifirin. 
 
Mîtîng bi konsera Mem Ararat bi dawî bû. Dema girse belav bû bê navber dirûşme berz kirin. 
 

Sernavên din

21/06/2018
13:41 Gelê Amedê peyamek çawa da?
13:40 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 765’emîn serlêdan
13:06 Îtîfaqa AKP-MHP'ê dixwazin OSO bi pereyan tev li operasyona Kandîlê bikin
12:49 Warê Feqiyê Teyran bi biryarin encama 7'ê Hezîranê bistîne
12:35 Hêzên rejîma Îranê êrîşî girseya li ber Girtîgeha Sîne ya Penahî lê girtî ye kirin
12:28 Namzetên HDP’ê di berbanga sibê de karker û esnaf ziyaret kirin
12:17 Dê hilbijêran ji zozanan bibin cihê sindoqan
11:41 Pêşkêşvanê got ‘Şehîdên Demokrasiyê’ hat girtin
11:36 Demîrtaş: Ez ê vê êvarê e-mitingê bikim!
11:33 Mala ji dar û textan kirin buroya HDP’ê
11:22 Batman dibêje HDP û tiştek din nabêje
11:10 4 kes li Colemêrgê hatin binçavkirin
11:10 Mehmet Tursun: Rola DMME nema ye
11:08 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 34'an
11:06 Lîstikên hilbijartinê qet bi dawî nebûn
10:48 ‘Li Idirê ji ber ku eleqeya ji bo HDP’ê zêde bû, partiyên din pes kirin’
10:21 Komên çekdar li Efrînê bijîşk kuştin
09:59 Temel: Tirsa çûniyê bi wan girt!
09:51 ‘Yalova dê xwedî ked û dengên xwe derbikevin’
09:25 Dema hûn deng bidin divê hûn li çi baldar bin?
09:24 Namzetên HDP’ê: Heya ku deng teslîmî YSK’ê bên kirin, divê sindoqa bên parastin
09:24 Dayîkên Aştiyê: Em baxçeyên dibistanan vale nehêlin
09:23 HDP dê li Îdirê 407 sindoqan bi 908 kesan biparêze
09:22 Namzetê HDP'ê Aktaş: Em ji 7'ê Hezîranê bi hêztir in
09:22 Ez dê bi gopalê xwe sindoqê biparêzim
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2018'AN
20/06/2018
21:06 Mîtînga HDP’ê ya Êlihê bi dawî bû
20:24 Temelli: Em bi hevre bibin muşahîd
Diz pirin em sindoqan ji dizan biparêzin
19:18 Gelê Amedê biryara xwe da
18:35 Uca: Sindoqan ji dizan biparêzin
Buldan: Wan Heskif di bin avê de hişt hûn jî wan di bin avê de bihêlin
18:23 Li Dîlokê 12 binçav kirin
18:06 HDP’ê ji bo tevlîbûna mitînga Sêrtê bang kir
17:23 Namzetê HDP'ê yê Erziromê Firat: Em gavekê jî paşve navêjin
17:22 Turk: Di 24’ê Hezîranê de dê deriyê azadiyê vebe
17:01 Li Stenbolê: PKK, HDP'ê kuşt
Li Rihayê: Her tişt dê derkeve holê
16:46 Li girtîgeha Ramîn Panahî lê tê girtin liv û tevger: Dibe her kêlî bê darvekirin
16:01 Kurkçu: Ligel hemû hîleyan Erdogan dê winda bike
15:48 Ji rêxistinên pîşeyî helwesta 24'ê Heziranê
15:11 Ji bo rojnameger Sur lêpirsîna Pirsûsê
14:44 Niviskaran pirtûka ‘Seher’ a kurdî îmze kir
14:23 Êrîşa bi roketê li Çelê pêk hat: 2 leşker mirin
14:16 Ji pitika ku 19 sal berê mir re kaxiza hilbijêr şandin
14:11 Ji bo tevlîbûn mitînga Geverê bang
13:33 ‘Gel ji duh de amadene wan teqawîd bikin’
13:32 Biryara rakirina posterên Erdogan betal kirin
13:06 Stenbolî: Em sindoqan bê xwedî nahêlin
12:42 Plansazên endezyar, avahîsaz û bajar piştgirî dan HDP’ê
12:31 Banga beşdariya mitîngên Îzmîr û Osmaniyeyê hat kirin
12:19 Navenda Giştî ya HDP'ê ji bo ewlehiya hilbijartinê masaya krîzê ava kir
12:04 Li her dibistanek Stenbolê dê parêzerek hebe
12:01 Ji bo hatina Erdogan bi ser malan de girtin
11:40 Celal û Adîl Şenyaşar bi 23 guleyan bav Esvet jî bi lîncê kuştin
11:15 Fîgen Yuksekdag: Gelên Tirkiyeyê di bin talûkê de ne
11:14 Waliyê Sêrtê Atîk ji bo AKP’ê deng ji gel dixwaze
10:53 Ji bo mitînga Bedlîsê bang
10:40 Li Sîlopî doza ‘panzer'ê: Keşfa cihê bûyerê dîsa betal kirin
10:32 10 kes li Erzirom hatin binçav kirin
10:17 Endama Meclîsa HDP’ê Çinar hat binçavkirin
09:59 ‘Vê tabloyê salên 90’î anî bîra me’
09:47 Ji Mexmûriyan bang: Biçin ser sindoqê û xwedî li sindoqan derkevin
09:35 HDP bi biryare li Yalova wekîlekê-î bişîne meclîsê
09:00 Roja penaberên cîhanê: Li Tirkiye bi milyonan penaber bê statu ne
08:59 ÎTO Soylu hişyar kir: Li şûna tu heriyê davê ronî bike
08:58 Welatiyê ereb: Dengê xwe bidin HDP'ê
08:57 Ciwanê ji AKP'ê îstifa kir: Me got em kurd in, gotin 'bibin gurgeboz'
08:56 ‘Heta hejmarî neqede em sindoqan bişopînin'
08:55 Gaziyê 10'ê Cotmehê gund bi gund ji bo hilbijartinê digere
08:55 Gundiyên sindoqên wan hatin veguhastin: Çi bivê em ê bikin
08:53 Dersimî: Pêşî mîtîng paşê sindoq
08:28 Bin bendavê mizgeft ser avê minare
08:27 Bav û kur bê navber ji bo hilbijartinê dixebitin
08:27 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2018'AN
19/06/2018
17:28 Ferdên malbata Acar nehatin berdan
17:26 Li Agiriyê binçavkirin û li Wanê mûdaxile
17:03 Hunermend Jiyan ji ber gotina ‘Kurdistan’ hat girtin
17:01 Daxwaza hevdîtina Ocalan a 764’emîn hat redkirin
16:56 Baroya Amedê: Em ê der barê Soylu de serî li rêyên zagonî bidin
16:25 Şenyaşar 19 salin endamê odeya bazirganiyê
16:12 'Roja hesab pirsîna hilweşandina peykerê Ehmedê Xanî ye’
16:01 Li Îzmîr û Hatayê ji ber medyaya civakî 16 kes hatin biçavkirin
15:32 Ji weşanxaneya Amara pirtûka 'Bizi Temsil Edemezler'
15:29 Di Doza Soma de li dijî mutaleyê parastin: Nirxandin skandalek hiqûqiye
15:21 Jin wê bi reng û dengên xwe li Qada Îstasyonê bin
14:47 Gelê Babê alîkarî ji QSD'ê xwest
14:39 Waliyê Dersimê ji bo AKP’ê deng xwestin
14:29 HDP’ê dengdêrên Amed û Sêrtê vexwendin mîtîngê
14:09 Ji ber medya civakî li Wêranşarê 5 kes hatin binçavkirin
14:04 Mehmet Şenyaşar: Li min dan, kêr kirim, gule berdan min, lê min teqlîdê mirî kir
13:59 Dadger di danişîna doza Rojnameger Toker de gazinç kir
13:37 Demîrtaş: Deng bidin me, em ji derveyî kek û simîtan tiştên xweştir bixwin
13:21 Hunermendan piştgirî dan HDP'ê
12:32 Baroya Edenê bo gotinên Wezîrê Karê Hûndir bang li dozgeran kirin
12:20 Hiqûqnas: Daxuyaniya Wezîr Soylu zordestiya li ser hiqûqê ye
12:19 ‘Em li Qada Seyît Riza dîrokê binivîsînin’
12:05 Demîrtaş ji bo AYM'ê got: Teqlîda miriyan dike
12:03 ‘Frênên AKP’ê teqiya wê bi teqe’
11:28 Li Gabarê teqîn
11:24 Doza Soma bi meşê des pê kir: Em ê deng nedin wan
11:23 Parêzeran ji bo Ocalan ziyaret bikin cara 764’an serlêdan kirin
11:14 Rapora Kesê Zana: Polîs bi 'zanebûn' nekiriye