NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR'ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Sûriyeyê 13 kesan jiyana xwe ji dest dane ku jin û zarok jî di nav de hene
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da xuyakirin ku di nava 24 saetên dawî de li Sûriyeyê 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.
SOHR'ê detayên kuştina 13 kesan parve kir. Hate ragihandin ku li gundê Elanî yê Idlibê keçek ku zarokek din bi çeka dilîst ve hatiye kuştin. Li bajarê Senemên ê li bakurê Daraayê, ciwanek bi fîşeka bi çeka hevalê xwe bi tesadufî hat qetilkirin.
Li gorî SOHR'ê li bajaroka Hewacê ya Dêra Zorê du kesên bi motorsîklet ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin. Hate ragihandin ku komek êrîşkarên çekdar li ser rêya Siriyê ya dikeve başûrê bajarê Enxil ê Deraayê gule li kesekî reşandin. SOHR'ê ragihand ku du endamên hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Şamê li bajarokê Mazarib ê li rojavayê Deraayê ji aliyê komeke çekdar ve hatine kuştin
Li navçeya Sehil El-Xab a Hemayê jî cenazeyê ciwanekî ji gundê El-Eziziyê ku ji aliyê komeke çekdar ve hatibû revandin, hate dîtin.
Her wiha hate ragihandin ku li herêma Syola ya li başûrê Dêra Zorê kesek, li bajarokê Tesîl ê rojavayê Deraayê jî di encama teqîna mayînên şer de kesek û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dane.