NAVENDA NÛÇEYAN - Naxweşxaneya Florence Nightingaleyê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder daxuyanî da û got: “Xetereya li ser jiyana wî hêj didome.”
Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê têkildarî rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku xetereya li ser jiyana Onder hêj berdewam dike.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Birêz Sirri Sureyya Onder, di 15.04.2025’an saet derdora 22.41’ê ji hêla komên Ambulansê ya 112’ê ve bêyî rajen, entube û bi masaja dil-pişikê anîn Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya me.” Bi domdarî hate gotin ku piştî derdora 10 deqeyan masaja Dil-Pişikê hate kirin rajena Onder dîsa hilavêtiye û di encama ekokardiyografiyê de Dîsseksiyona Tip I Aort’ê hatiye tespîkirin.
Bi domdarî hate destnîşankirin ku saet derdora 23.05'ê de dîsa rîtm û rajena Onder sekiniye û piştî bi masaja dil bi lezgînî rakirine emeliyatxaneyê û saet di 23.35'ê de emeliyat hatiye kirin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Di emeliyatê de hate tespîtkirin ku dîsseksiyona aortê ji koronera rastê dest pê kiriye û tevahiya aortayê girtiya nav xwe. Li gorî rêzê ji demara koronerê ya rastê by-pass hatiye kirin, deriyê aortê hatiye guherandin û ji bo tevahiya aortayê kirariyên greftleme ve anastomozê hatine temamkirin.”
Di berdewamê de hate destnîşankirin ku tevî hemû pêvajoyên emeliyatê bi serkeftî derbas bûne jî pirsgirêk didome. Hat gotin ku emeliyat nêzî 12 saetan domiya û piştre rakirina Beşa Lênihêrîna Awarte ya nexweşxaneyê. Nexweşxaneyê got: “Xetereya li ser jiyana wî hêj didome.”