ENQERE - Tehliyeya Hasîp Avşar ku li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tê ragirtin, bi hinceta ku li dijî hejmartina ser pêyan derketiye û poşmantî qebûl nekiriye, 3 mehan hate taloqkirin.
Tehliyeya Hasîp Avşar ê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tê ragirtin, bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Avşar, di destpêka salên 90’î de hate binçavkirin û DGM’ê bi îdiaya “Hewl da beşeke xaka di bin serweriya dewletê de parçe bike” cezayê muebbetê lê birî. Avşar, di vê pêvajoyê de li girtîgehên cuda hate ragirtin û gelek nexweşî lê peyda bûn. Avşar, diviyabû di 30’ê Adarê de bihata berdan. Lêbelê Lijneya Îdare û Çavdêriyê di 25’ê Adarê de civiya û tevî ku tu cezayên disiplînê yên Avşar tune bûn jî, bi hinceta ku puana wî ya nirxandinê derdora 52’an e, biryara “nebaşhaliyê” da.
TEHLIYEYA WÎ JI BO 3 MEHAN HATE TALOQKIRIN
Tevî vê jî tehliyeya Avşar ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Lijneyê, diyar kir ku Avşar di dema hejmartinê de ranebûye ser pêyan, ji ber sedemên hatiye girtin poşman nîne, dibêje ku divê hinek beşên Destûra Bingehîn biguhere û PKK’ê weke “rêxistina terorê” qebûl nake û bi van hinceta tehliyeya Avşar taloq kir. Nirxandina tehliyeya Avşar ji bo 1’ê Tîrmehê hate taloqkirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî neberdana Avşar, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Wezareta Dadê da.
'HEJMARTINA SER PÊYAN DI QANÛNAN DE TUNE YE’
Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Di 14’ê Nîsanê de em li girtîgehê geriyan û me bingeha qanûnî ya hejmartina ser pêyan ji midûrê girtîgehê pirsî. Di hevdîtinê de hate gotin ku bingeheke wê ya qanûnî nîne û ev sepana girtîgehê ye.”
Di serlêdanê de hat xwestin ku ÎHÎK bikeve nava liv û tevgerê û wiha hate gotin: “Lijneyên Îdare û Çavdêriyê xwe dixin şûna meqamên darazê û gelek binpêkirinan dikin. Ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan, divê komîsyon tavilê bikeve nava tevgerê, bêdengiya xwe bi dawî bike û berpirsyartiya xwe bicih bîne. Di vê çarçoveyê de em careke din ji komîsyonê daxwaz dikin ku civîneke lezgîn a avadaniyên lijneyan dinirxîne û sererasetkirinên qanûnî digire dest, li dar bixe.”
MA / Mehmet Aslan