Uca: Sindoqan ji dizan biparêzin
Buldan: Wan Heskif di bin avê de hişt hûn jî wan di bin avê de bihêlin

  • rojane
  • 18:35 20 Hezîran 2018
  • |
img
ÊLIH - Rêxistina HDP'ê ya Êlihê bi tevlêbûna deh hezaran miting pêk anî. Di mîtîngê de parlamentera HDP'ê ya Amedê û namzeta Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku êdî dema ku wan bişînin hatiye û xwest li dijî dizan li sindoqan xwedî derkevin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan AKP da ber rexneyan û got: "Di serdema AKP'ê de zilm, zordarî û kuştin zêde bû. Wan çawa Heskif di bin avê de hişt hûn jî wan di bin avê de bihêlin. Em dê bi 5-0 wan di bin de bihêlin." 
 
 
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê li Statduya 19 Mayisê bi tevlêbûna deh hezaran mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes bi alên HDP'ê û cilên xwe yên rengîn qad tije kir. Di mîtîngê de namzetên HDP'ê yên Êlihê Necdet Îpekyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî, Şukru Baytar deretin ser dikê û gel silav kirin. Dema namzetan gel slav kirin, gel bi dirûşmeyan bersîv da namzetan. 
 
'DEMA HÛN ÇÛN SER SIND8OQAN BILA TECRÎDA LI SER OCALAN Û KOMKUJIYA CIZÎR SÛR Û PIRSÛS  BÊ BÎRA WE'  
 
Di mîtîngê de Parlamentera û namzeta HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran gel silav kir û got: "Em bi we ser bilindin. Ji ber ku êdi gotin qediya ye ez zêde tiştekî nabêjim. Hikûmeta AKP'ê gotin qedand. Dema em çûn ser sindoqan bila Cizîr, Şirnex, Sûr, Heskif , Efrîn bê bîra me. Bila Efrîn bê bîra me. Bila tecrîda li ser birêz Ocalan bê bîra me. Bila heri dawî komkujiya Pirsûsê bê bîra me û em biçin ser sindoqê. Dema em vê yekê bînin bîra xwe em dizanin îktîdara AKP'ê qediya. Lazim e di 24'ê Hezîranê wan bişînin. Em roja hilbijartinê dengê xwe û vîna xwe ji dizan biparêzin û li dengê xwe xwedî derkevin. 
 
'SINDOQAN JI DIZAN BIPARÊZIN'
 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê û Namzeta Êlihê Feleknas Uca jî gel silav kir û wiha got: "Gelê qehreman û têkoşêr hûn bi xêr hatin. Em dê 5 wekîlan û şaredarên xwe ji nûve bistînin. Gelê me li dijî şer, zilm û zordestiya li ser gel biryar daye. Em dibêjin êdi wextê îktîdare qediya ye. Vê qadê ji Selahattîn Demîrtaş re bihêlin. Em vê coşa xwe bi çepik û tîlîyan silavekê ji Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan re bişînin. Em silavên xwe ji hemû wekîl û siyasetmedarên girtî re bişînin. Em tenê nabêjin dengê xwe bidnin xwe. Em dibêjin li vî welatî diz pir hene. Sindoqên xwe ji dizan biparêzin. Dibêjin 'em dê wan di bin bendê de bihêlin' Em jî dibêjin roj baş. Gelê me ji zûde biryar daye û bend derbas kirine.  Em dîsa dibêjin li dijî dizan sindoq û dengan biparezin." 
 
Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ji axivî gel silav sir û wiha got: "Bi awayekî hovane darbe danîn ser vîna gel. Divê em di 24'ê Heziranê de em wan tev li çopa dîrokê bikin û tabelaya wan jî nehêlin. Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî berdewam bikin. Em tu carî çong natewînin. 
 
'EM DÊ WAN DI BIN AVA HESKÎFÊ DE BIHÊLIN' 
 
Herî dawî Hevseroka Giştîya HDP'ê Pervîn Buldan jî gel silav kir û wiha got: "Îro Êlih gelek bi coş û ciwan e. Em hemûyan silav dikin. Beriya ku bi axaftinê bikim Mehmet Sîncar ê li Êlihê şehît bû bi hurmetî bibîr tînim. Di şexsê wî de bi hezaran rêhevalên xwe yên bi wayekî faîl nediyar hatin kuştin bibîr tînim. Bi hezaran silavên xwe ji Îdrîs Balûken ê piştî bû namzet û ceza lê hat birîn re dişînim. Min ji  were Silavên Selehattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag anîn. Dibe ku îro ew ne di nava me de ne. Lê divê ew zanibin li ÊLihê û tevahiyaTirkiye bi milyonan Demîrtaş heye. Dibe ku ew li girtîgehê bin. Lê îro vîna wan li qada Êlihê ye. Li girtîgehê jî têkşîna me didome. Wekî li Êlihê li her derê têkoşîna aştî û azadiyê heye. Çawa bi salan berê peqrewanê me bi 3 darikên çixatê zindan ronî kir, îro ev têkoşîna we jî dê Tirkiye ronî bike. 
 
 
Îro Êlih ji her demê bêtir xweşik û i her demê bi coş e. Ji her her demê bêtir bi biryar e. Êlih dê 5-0 bike û 5 wekîlan bişîne parlamentoyê. Ji ber ku êşên herî mezin li Êlihê çêbû. Êlih bû bajarê faîlên nediyar. Bû bajarê êş û janê. Her dem hêsirên dayikan herikî. Lê tu carî serî netewand. Tu carî pes nekir. Tu carî gav paşve neavêt. Her dem rûmeta xwe û têkoşîna xwe parast. 
 
Em di dîrokê de her dem bûn şahidê êşên mezin. Wekî Roboskê, Wekî Efrînê û herî dawî wekî Pirsûsê rojek berî cejnê li Pirsûsa Rihayê li ber nexweşxaneyan qetil kirin. Îro rapora tipa edlî me dîsa rast derdixe. Îro Mirovên me bi 17 guleyan hatin kuştin. Bi caman hatin jêkirin û hatin kuştin. Ev nîşan dide ku AKP çiqas ketiye tengasiyê. Gelê me vê zilmê ji bîr nake. Gelê me dê di 24'ê Hezîranê de AKP'ê di sindoqê de defin bike û bersîve bede. 
 
Gelê bi hurmet êşa ku gelê kurd dijî, piştî 16 salên AKP'ê zêdetir bû. Hiekûmeta AKP'ê ji êş, birçîbûn, zilmê wêdetir tiştek bi xwe re neanî. Niha tenê tiştekî dikin. Bêbextiyê dikin. Heriyê davên HDP'ê û Demîrtaş. Her roj heriyê daêjin. Dibêjin heriyê bavê û bila şopa wê bimîne. Nizane dê çi dibêje. Dibêje 'Ma kesek ji Demirtaş pêvtir kes nedît' Demîrtaş wekî we li cihanê nanere. Ew ji we cudatir e. Gelê wî heye. Amediyên wî, Colemêrgên wî heye. Rêhevalên wî û heskirinên wî hene. Raste gelê me xizan e. Gelê me jar e. Lê di cîhanê de hezkirina herî mezin bi gelê me re  heye. Hezkirina dil bi wan re heye. Em jin, ciwan û jar in. Lê em bi rûmet û serbilind in. Ji ber vê hezkirinagel a bi Demîrtaş re, Erdogna her roj herî davêje me. Em ji we bawer dikin ku hûn dê wî di 24'ê Hezîranê de bişînin. 
 
Ew bi gel re eleqeder nabe. Ew nizinan rençber çi dijî. Jin ciwan çi dijîn ne xema wan e. Ew tenê ji bo pêşeroja xwe difikirin. Lê tenê çar rojên wan mane. Em dê di 24'ê Hezîranê de wan bi rê bikin. Gelê Êlihê dê vê carê jî erk û berpirsiyariya xwe herî paş pêk bîne. Gelê Êlihê aştî, û azadiyê dixwaze. Alîgirê aştî, azadî û biratiyê ye. Lê di feraseta wan de tenê şer heye. Di feraseta wan de şer û kuştin heye. Serokwezîr Yildirim herî dawî dibêje çareserî tune ye. Raste hûn çareseriyê nabînin. Ji ber ku hûn dê biçin. Li vî welatî dê biratiya gelê kurd û tirk bîne. Dê li vî welatî gelê Êlihê çareseriyê bîne. Ji ber ku me soz daye Sakine, Mazlum, Xêriyan. Me soz daye Orhan Dogan, Vedat Aydinan. 
 
WAN ÇAWA HESKÎF DI BIN AVÊ DE HIŞT HÛN JÎ WAN DI BIN AVÊ DE BIHÊLIN 
 
Gelê rêzdar Êlihê hûn dizanin hûn dê çawa bikin. Wan çaw Heskîf di bin avê de hişt, hûn jî dê di 24'ê Heziranê de di bin avê de bihêlin. Wan şaredarên me ji peywirê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kirin. Wan şaredarên me yên ku çîçek diçandin ji peywirê girtin û qeyûmê ku her derê dikin beton tayîn kirin. Ew qeyûm dê li kratxaneyên we qeyûmê bikin. Qeyûmên wan dê heta 24'ê Heziranê bidome û piştre dê biçin kratxaneyan bikin. 
 
Gelê Êlihê yên Rêzdar, em bang li kesên bê biryar dikin ku dem hindik maye û bi ez biryara xwe bidin. An ji bo ronîbûnê, an jî ji bo taribûnê bijartina xwe bikin. An ji bo mazluman an jî ji bo zilmê bijartina xwe bikin. Lê em bawer in ku hûn dê ji bo aştî, ronahiyê hilbijartina xwe bikin. Em destûr nadin li vî welatî ne leşker û ne jî gerîlayek jiyanaxwe ji dest bidin. Em destûr nadin darbest bên vî welatî. Em destûr nadin li vî welatî ciwan jiyanaxwe ji dest bidin. 
 
Em dê dawî li OHAL'ê bînin û kedkarên ji kar hatin avêtin dê dîsa li kar û barê xwe vegerin. Ev ne xeyal e. Tenê em biçin ser sindoqan û em destûr nedin diziyê bikin. Jin û ciwanên rêzdar hûn ji nivîsa dîrokê re amade ne. Jinên Rêzdar hûn ji parastina sindoqan re amade ne. Hûn dizanin diziya wan navdar e. Lê em destûr nadin. Em dê wan vala bişînin. 
 
GELÊ ÊLIHÊ DÊ 5 WEKILAN DERXE
 
Gelê Êlihê biryara xwe daye ku dê 5 wekîlan bişîne. Ev erk û peywira we ye. Em dê kefa wan di qirika wan de bihêlin. Em dê Birêz Selahattîn Demîrtaş bikin Serokomar. Ji ber vê yekê dengek ji bo HDP'ê û dengek ji bo Demîrtaş. Ji bo siberoja ronak û azad em tev bigerin. An azadî an azadî. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/06/2018
13:41 Gelê Amedê peyamek çawa da?
13:40 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 765’emîn serlêdan
13:06 Îtîfaqa AKP-MHP'ê dixwazin OSO bi pereyan tev li operasyona Kandîlê bikin
12:49 Warê Feqiyê Teyran bi biryarin encama 7'ê Hezîranê bistîne
12:35 Hêzên rejîma Îranê êrîşî girseya li ber Girtîgeha Sîne ya Penahî lê girtî ye kirin
12:28 Namzetên HDP’ê di berbanga sibê de karker û esnaf ziyaret kirin
12:17 Dê hilbijêran ji zozanan bibin cihê sindoqan
11:41 Pêşkêşvanê got ‘Şehîdên Demokrasiyê’ hat girtin
11:36 Demîrtaş: Ez ê vê êvarê e-mitingê bikim!
11:33 Mala ji dar û textan kirin buroya HDP’ê
11:22 Batman dibêje HDP û tiştek din nabêje
11:10 4 kes li Colemêrgê hatin binçavkirin
11:10 Mehmet Tursun: Rola DMME nema ye
11:08 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 34'an
11:06 Lîstikên hilbijartinê qet bi dawî nebûn
10:48 ‘Li Idirê ji ber ku eleqeya ji bo HDP’ê zêde bû, partiyên din pes kirin’
10:21 Komên çekdar li Efrînê bijîşk kuştin
09:59 Temel: Tirsa çûniyê bi wan girt!
09:51 ‘Yalova dê xwedî ked û dengên xwe derbikevin’
09:25 Dema hûn deng bidin divê hûn li çi baldar bin?
09:24 Namzetên HDP’ê: Heya ku deng teslîmî YSK’ê bên kirin, divê sindoqa bên parastin
09:24 Dayîkên Aştiyê: Em baxçeyên dibistanan vale nehêlin
09:23 HDP dê li Îdirê 407 sindoqan bi 908 kesan biparêze
09:22 Namzetê HDP'ê Aktaş: Em ji 7'ê Hezîranê bi hêztir in
09:22 Ez dê bi gopalê xwe sindoqê biparêzim
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2018'AN
20/06/2018
21:06 Mîtînga HDP’ê ya Êlihê bi dawî bû
20:24 Temelli: Em bi hevre bibin muşahîd
Diz pirin em sindoqan ji dizan biparêzin
19:18 Gelê Amedê biryara xwe da
18:35 Uca: Sindoqan ji dizan biparêzin
Buldan: Wan Heskif di bin avê de hişt hûn jî wan di bin avê de bihêlin
18:23 Li Dîlokê 12 binçav kirin
18:06 HDP’ê ji bo tevlîbûna mitînga Sêrtê bang kir
17:23 Namzetê HDP'ê yê Erziromê Firat: Em gavekê jî paşve navêjin
17:22 Turk: Di 24’ê Hezîranê de dê deriyê azadiyê vebe
17:01 Li Stenbolê: PKK, HDP'ê kuşt
Li Rihayê: Her tişt dê derkeve holê
16:46 Li girtîgeha Ramîn Panahî lê tê girtin liv û tevger: Dibe her kêlî bê darvekirin
16:01 Kurkçu: Ligel hemû hîleyan Erdogan dê winda bike
15:48 Ji rêxistinên pîşeyî helwesta 24'ê Heziranê
15:11 Ji bo rojnameger Sur lêpirsîna Pirsûsê
14:44 Niviskaran pirtûka ‘Seher’ a kurdî îmze kir
14:23 Êrîşa bi roketê li Çelê pêk hat: 2 leşker mirin
14:16 Ji pitika ku 19 sal berê mir re kaxiza hilbijêr şandin
14:11 Ji bo tevlîbûn mitînga Geverê bang
13:33 ‘Gel ji duh de amadene wan teqawîd bikin’
13:32 Biryara rakirina posterên Erdogan betal kirin
13:06 Stenbolî: Em sindoqan bê xwedî nahêlin
12:42 Plansazên endezyar, avahîsaz û bajar piştgirî dan HDP’ê
12:31 Banga beşdariya mitîngên Îzmîr û Osmaniyeyê hat kirin
12:19 Navenda Giştî ya HDP'ê ji bo ewlehiya hilbijartinê masaya krîzê ava kir
12:04 Li her dibistanek Stenbolê dê parêzerek hebe
12:01 Ji bo hatina Erdogan bi ser malan de girtin
11:40 Celal û Adîl Şenyaşar bi 23 guleyan bav Esvet jî bi lîncê kuştin
11:15 Fîgen Yuksekdag: Gelên Tirkiyeyê di bin talûkê de ne
11:14 Waliyê Sêrtê Atîk ji bo AKP’ê deng ji gel dixwaze
10:53 Ji bo mitînga Bedlîsê bang
10:40 Li Sîlopî doza ‘panzer'ê: Keşfa cihê bûyerê dîsa betal kirin
10:32 10 kes li Erzirom hatin binçav kirin
10:17 Endama Meclîsa HDP’ê Çinar hat binçavkirin
09:59 ‘Vê tabloyê salên 90’î anî bîra me’
09:47 Ji Mexmûriyan bang: Biçin ser sindoqê û xwedî li sindoqan derkevin
09:35 HDP bi biryare li Yalova wekîlekê-î bişîne meclîsê
09:00 Roja penaberên cîhanê: Li Tirkiye bi milyonan penaber bê statu ne
08:59 ÎTO Soylu hişyar kir: Li şûna tu heriyê davê ronî bike
08:58 Welatiyê ereb: Dengê xwe bidin HDP'ê
08:57 Ciwanê ji AKP'ê îstifa kir: Me got em kurd in, gotin 'bibin gurgeboz'
08:56 ‘Heta hejmarî neqede em sindoqan bişopînin'
08:55 Gaziyê 10'ê Cotmehê gund bi gund ji bo hilbijartinê digere
08:55 Gundiyên sindoqên wan hatin veguhastin: Çi bivê em ê bikin
08:53 Dersimî: Pêşî mîtîng paşê sindoq
08:28 Bin bendavê mizgeft ser avê minare
08:27 Bav û kur bê navber ji bo hilbijartinê dixebitin
08:27 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2018'AN
19/06/2018
17:28 Ferdên malbata Acar nehatin berdan
17:26 Li Agiriyê binçavkirin û li Wanê mûdaxile
17:03 Hunermend Jiyan ji ber gotina ‘Kurdistan’ hat girtin
17:01 Daxwaza hevdîtina Ocalan a 764’emîn hat redkirin
16:56 Baroya Amedê: Em ê der barê Soylu de serî li rêyên zagonî bidin
16:25 Şenyaşar 19 salin endamê odeya bazirganiyê
16:12 'Roja hesab pirsîna hilweşandina peykerê Ehmedê Xanî ye’
16:01 Li Îzmîr û Hatayê ji ber medyaya civakî 16 kes hatin biçavkirin
15:32 Ji weşanxaneya Amara pirtûka 'Bizi Temsil Edemezler'
15:29 Di Doza Soma de li dijî mutaleyê parastin: Nirxandin skandalek hiqûqiye
15:21 Jin wê bi reng û dengên xwe li Qada Îstasyonê bin
14:47 Gelê Babê alîkarî ji QSD'ê xwest
14:39 Waliyê Dersimê ji bo AKP’ê deng xwestin
14:29 HDP’ê dengdêrên Amed û Sêrtê vexwendin mîtîngê
14:09 Ji ber medya civakî li Wêranşarê 5 kes hatin binçavkirin
14:04 Mehmet Şenyaşar: Li min dan, kêr kirim, gule berdan min, lê min teqlîdê mirî kir
13:59 Dadger di danişîna doza Rojnameger Toker de gazinç kir
13:37 Demîrtaş: Deng bidin me, em ji derveyî kek û simîtan tiştên xweştir bixwin
13:21 Hunermendan piştgirî dan HDP'ê
12:32 Baroya Edenê bo gotinên Wezîrê Karê Hûndir bang li dozgeran kirin
12:20 Hiqûqnas: Daxuyaniya Wezîr Soylu zordestiya li ser hiqûqê ye
12:19 ‘Em li Qada Seyît Riza dîrokê binivîsînin’
12:05 Demîrtaş ji bo AYM'ê got: Teqlîda miriyan dike
12:03 ‘Frênên AKP’ê teqiya wê bi teqe’
11:28 Li Gabarê teqîn
11:24 Doza Soma bi meşê des pê kir: Em ê deng nedin wan
11:23 Parêzeran ji bo Ocalan ziyaret bikin cara 764’an serlêdan kirin
11:14 Rapora Kesê Zana: Polîs bi 'zanebûn' nekiriye