AMED - Amediyan diyar kirin ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û got: "Divê azad bibe û fikrên xwe bi awayekî azad bîne ziman."
Gengeşeyên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirin, didomin. Lê belê dewlet û desthilat heya niha di vî warî de gaveke berbiçav neavêtiye. Amediyan ku me têkildarî pêvajoyê bi wan re xeber da, destnîşan kirin ku ji gavên bên avêtin ya ewil divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan be.
Recep Çakir bilêv kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan esas bê girtin û got: "Berî her tiştî divê pêvajo bi awayekî vekirî bê meşandin, ne li pişt perdeyê. Pêwîst e Rêberê Gelê Kurd derxin. Tenê bi nameyekê nikarin gel bixapînin. Ji ber ku Abdullah Ocalan rêberek e ku gelê xwe diparêze. Rêberekî rast e. Ger ku dibêjin 'pêvajoya çareseriyê' nexwe divê ew azad be. Yan na, wê çareserî çênebe."
Çakir da zanîn ku ji bo pêvajo bi awayekî erênî bidome divê gelê kurd bê naskirin û zimanê wî li ber çavan bê girtin.
Rojda Bayîcî ji bo gelê Kurd û Tirk di nava biratî û aştiyê de bijîn, destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi awayekî erênî pêş bikeve, divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Rojda Bayîcî got, "Divê ew azad bibin, da ku fikrên xwe bi awayekî azad bînin ziman. Tenê wê demê geşedan çêdibin."
'DIVÊ MAFÊN KURDAN ESAS BÊN GIRTIN'
Şehmuz Bişar jî diyar kir ku ger her du alî ji bo serketinê gavên hevpar biavêjin dê pêvajo pêk were û got: "Kurd her tim aştiyê xwestine, lê bersiva wan her tim şer û êrîş bûye. Li aliyekî dibêjin 'aştî', li aliyê din êrişên li ser Rojavayê berdewam dikin. Ji bo pêvajo bi awayekî erênî pêş bikeve, divê deriyê Îmraliyê bê vekirin û Apo azad bibe û ji sedî sed di destûra bingehîn de mafê kurdan bên naskirin û Rojavayê nas bikin."
Nurten Balamanê jî da zanîn ku pêvajoya ku hatiye destpêkirin ji ber têkçûna pêvajoyên çareseriyê yên berê baweriyê nade wan û got: "Sedema nebaweriya me ew e ku tevî hemû danûstandinan gelê kurd li paş maye û tu sozên xwe bi cih neanîne. Di rastiyê de divê kurd ji xwe pêvtir bi kesî bawer nekin. Em wekî gel aştiyê dixwazin."
Îzzetîn Alkiş anî ziman ku banga Abdullah Ocalan watedar e û got ku êdî ew şerekî demdirêj ê kurd-tirk naxwazin û got: "Divê êdî hem kurd û hem jî tirk neyên kuştin."
Alkiş destnîşan kir ku divê êdî aştî çêbibe û got ku heya tecrîda li ser Ocalan ranebe dê çawa aştî çêbibe.
Îzamettîn Bozan ku got "Ger Tirkiye durist be êdî divê gavan bavêkje" got: "Dawiya mirinê nayê, divê aştî û azadî çêbibe."
MA / Heval Onkol