RIHA - Ji malbata Sariçîçek a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silavên xwe jê re şand Seher Sariçîçekê diyar kir ku silavên Abdullah Ocalan wergirtine, lê dixwazin azadiyê û wî bibînin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de ne, di 31'ê Adarê de bi boneya Cejna Remezanê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan di hevpeyvîna xwe ya 9'ê Nîsanê de ya ji bo ajansa me, naveroka hevdîtinê vegot. Abdullah Ocalan ku di hevdîtinê de pirsa Xelfetiyê kir, der barê malbatên Atmaca, Kumral û Sariçîçek ên li Taxa Cibînê ku dibistana seretayî lê xwendibû agahî girt û silav ji wan re şand.
GUNDÊ CIBÎNÊ
Cibîna ku berê gundekî ermeniyan bû, niha jê re dibêjin Saylakkaya. Gundekî ku di dema qirkirina ermeniyan de hatiye wêrankirin. Malbata Sariçîçek ku kalê wan ê mezin Molla bûye, di dema qirkirina ermeniyan de 7 keçên ermenî yên ji Cibînê di axurê xwe de vediêşêre û wan xelas dike. Zarok ji aliyê gundiyan ve tên mezinkirin. Ev çîrok hê jî li herêmê tê gotin. Ev helwesta li dijî neheqiyê bû sedem ku malbata Sariçîçek bê naskirin.
MALBATA SARIÇÎÇEK
Abdullah Ocalan beşek ji zarokatiya xwe bi malbata Sariçîçek re derbas kir. Malbata Sariçîçek malbateke ku di qonaxên destpêkê yên têkoşîna azadiya kurd de cih girtiye û berdêlên giran daye. Endamên malbata Sariçîçek ku ji Mahsum Korkmaz (Fermandar Egît) heta Hakî Karer gelek şoreşgeran li mala xwe ezimandine, bi vê hincetê gelek caran rastî îşkence, binçavkirin û girtinê hatine. Malbata Sariçîçek a ji 11 kesan pêk tê, 7 kur û 2 keç, piştî salên 1980’yî ji ber zilma dewletê yek bi yek neçar man koçî Almanyayê bikin.
Yek ji wan kesên ku herî zêde dema xwe bi Abdullah Ocalan re derbas kiriye Seher Sariçîçek (101), dayika hevrêyên Abdullah Ocalan Huseyîn Sariçîçek e. Seher Sariçîçek her çiqas ji ber nexweşiya Alzheimer gelek tiştan ji bîr bike jî, hê jî Abdullah Ocalan ku jê re dibêje "kurê min Apo" tê bîra wê. Seher Sariçîçek anî ziman ku tizbiya ji Abdullah Ocalan re çêkiriye hilaniye û hezkirina xwe ya ji bo Abdullah Ocalan anî ziman.
'AZADIYA WÎ DIXWAZIM'
Seher Sariçîçek a ji aliyê dayika xwe ve kurda Sûriyeyê ye û ji aliyê bavê xwe ve jî Albanî ye, diyar kir ku her cara ku Abdullah Ocalan hatiye Cibinê her tim hatiye mala wan û got: "Ji Apo dipirsîn çima herî zêde tê mala me, ew jî berê xwe dida min digot 'A li ser soza xwe ew e.' Tim li mala me bû."
Seher Sariçîçekê anî ziman ku dema silava Abdullah Ocalan bihîstiye ew gelekî kêfxweş bûne û got: "Dema Apo dihat gundê me, serê sibê ciwanan kom dikir, dianî mala me û heta êvarê bi wan re diaxivî. Wê demê hîn rêxistinek ava nekiribû. Berê di her hevdîtinê de silav dişandin. Me qet ji bîr nake. Me pir hez jê dikir. Em hîn jî hez jê dikin."
Seher Sariçîçekê xwest ku Abdullah Ocalan azad bibe û wî bibîne.
MA / Ceylan Şahînlî