Ji hiqûqnasan ji bo 'mafê hêviyê' amadekariya serlêdanê

  • rojane
  • 09:31 12 Nîsan 2025
  • |

STENBOL - Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak diyar kir ku ger ji bo "mafê hêviyê" sererastkirin neyên kirin ew ê rewşê ragihînin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Çakmak got ku amadekariyên serlêdana giştî ya li Meclisê dikin.

Gengeşeyên li ser "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, di rojevê de ne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nepêkanîna "mafê hêviyê" yê girtiyan, li dijî mafên mirovan dibîne.
 
Di 18’ê Adara 2014’an de DMME’yê cezayê muebbedê yê girankirî yê Abdullah Ocalan ê bêyî berdana bi şert, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) dît. Lê tevî biryara DMME’yê jî, di çarçoveya sererastkirina navborî de tu gav nehatine avêtin.
 
Di vî warî de gelek serlêdan ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) re hene ku ka biryarên DMME'yê tên bicihanîn yan na. Gelek rêxistinên civaka sivîl jî di Tîrmeha 2024’an de serî li komîteyê dabûn û daxwaz kiribûn ku komîte banga “guhertinên qanûnî yên pêwîst” bike.
 
Komîteyê di civîna xwe ya navbera 17-19'ê Îlonê de careke din biryarên binpêkirina DMME'yê xist rojeva xwe û heta Îlona 2025'an dem da Tirkiyeyê ku gavên berbiçav bavêje.
 
Lê tevî biryarên DMME û hişyariyên komîteyê jî di vî warî de tu sererastkirin nehatin kirin. Parêzer di çarçoveya "mafê hêviyê" de serlêdanek nû ji komîsyonê re amade dikin. Her wiha ji bo Meclisê jî amadekariya serlêdaneke giştî tê kirin.
 
 
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak têkildarî serlêdanên ku dê di çarçoveya "mafê hêviyê" de bikin axivî.
 
Çakmak anî ziman ku "mafê hêviyê" ji ber sedemên siyasî pêk nehatiye. Çakmak da zanîn ku ji bo ku Abdullah Ocalan jê sûd wernegire tu sererastkirin nehatine kirin û got: "Tirkiye hê jî di nepêkanîna wê de israr dike. Yanî ji ber sedemên siyasî nayê bicihanîn û wekî amûr hatiye bikaranîn."
 
Çakmak destnîşan kir ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de mijara "mafê hêviyê" jî bi awayekî berfireh hatiye nîqaşkirin û got: "Lê heta niha tu sererastkirin nehatine kirin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç herî dawî got ku di qanûnê de der barê mafê hêviyê de tu sererastkirin nîne. Lê tiştekî ji bîr kiriye heye. Biryarên DMM'yê ew biryar in ku divê demildest bên pêkanîn. Li gorî xala 90, xala 5'an a Destûra Bingehîn, rêziknameyên qanûnî yên ku di peymanên navneteweyî de hatine destnîşankirin, di ser qanûnên heyî yên li Tirkiyeyê re ne." 
 
AMADEKARIYA SERLÊDANÊ
 
Çakmak diyar kir ku wan li ser "mafê hêviyê" komeke xebatê ava kiriye û pêşnûmeya ku divê sererastkirin çawa bê çêkirin amade kirine. Çakmak da xuyakirin ku wan serlêdana komî ya ji bo Meclisê kiriye rojeva xwe û got: "Ji ber ku amadekariyên me berbiçavkirin, niha ne rast e ku em wan eşkere bikin." 
 
Çakmak got: "Em ê li ser guhertinên ku divê di bin banê Meclisê de bên kirin, bixebitin. Ger şert û merc pêk werin em dikarin hem bi sazî û hem jî wekî parêzer serlêdanên giştî bikin li Meclisê. Lê ev dikarin wekî xebatên ku em dikarin di pêşerojê de plansaziyê bikin bên nirxandin."
 
Çakmak bal kişand ser muhleta ku komîteyê daye Tirkiyeyê û got: "Tirkiye ne mecbûr vê heyamê tev bi kar bîne. Heta niha zêdeyî 7 meh derbas bûne. Ger gavên erênî neyên avêtin, em ê ji bo civîna meha Îlonê ya komîteyê wekî sazî agahdar bikin. Em ê dîsa bipirsin ka Tirkiye di heyama salekê de çi kiriye."
 
Çakmak bilêv kir ku ji bo mafê hêviyê divê Tirkiye hiq»qa xwe ya navxweyî biguherîne û got ku ji bo badullah Ocalan di pêvajoya nû de rola xwe bilîze "mafê hêviyê" pir girîng e. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 
 
 
 

Sernavên din

16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist
15:24 BES-AR: Sînorê birçîtiyê 34 hezar TL derbas kir
15:23 Di 15 rojan de 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:08 CPT dîsa neçû serdana Îmraliyê
14:55 'Bi wezîrê dadê re dê gelek mijar bên axaftin'
14:17 AYM’ê di doza teqîna muhimatê de piştî 20 salan biryara ‘binpêkirinê’ da
13:46 SOHR: 17 jin û zarok hatin revandin
13:45 AKP a ku 23 sal in pêşniyara ‘Cejna Newrozê’ red dike niha pêşnûme da
13:29 DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê
12:55 Polîsan taziyeya Abdurrahîm Erzen asteng kirin
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Heke îktîdar li gorî bangê gavan neavêje dê demokratîkbûn çênebe
12:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedefên xwe aşkera kir
12:11 Renée Le Mignot: Modela Rojava hêvî ye
12:04 Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
11:28 Macron bi Abbas re hevdîtin kir: Divê Hamas were bêçekkirin
11:27 Prof. Dr. Dunbar: Dema ji ziman û çandan re rêz hate girtin dê aştî bibe
11:01 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Qada bêhnvedanê ku qeyûm dabû cendirmeyan hatiye îstîmlaqkirin!
10:44 Weqfa Mezopotamyayê kursa 9’an a folklor û edebiyata gelêrî li dar dixe
10:14 Li Antalyayê dawetên Kurdan bi hinceta ‘qedexeyê’ tên astengkirin
10:02 Ji bo Cîgirê Şaredarê Beykozê biryara binçavkirinê
09:58 'Aştî û çareserî yekalî nabe’
09:53 Pîrozbahiyên Newroza Rojhilat: Banga Ocalan mora xwe li pîrozbahiyan xist
09:04 Înîsyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê hat avakirin: Çalakiya ewil di 24'ê Nîsanê de ye
09:03 Parêzerên OHD'î: Divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:02 Qirêjiya li Gola Wanê zêde dibe, populasyona candaran tune dibe
09:00 Ferîde Eralp a feminîst: Bêyî jinan aştî ne pêkan e
09:00 ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2025’AN
14/04/2025
16:24 ‘Hêza sereke ya ku dê civakê demokratîk bike jin in’
15:38 Îtîraza li dijî girtina Îmamoglû hate redkirin
15:37 Rapor: Li Sîncanê ‘qedexeya îşkence û miameleya xerab’ tê binpêkirin
15:00 Meclisa Jinan a DBP’ê atolyeyan dide destpêkirin
14:42 Doza Narîn Guranê: Daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û Wezaretê hat qebûlkirin
14:40 4 sal û 8 meh cezayê hefsê li lîstikvana Kurd hate birîn
14:32 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Mafê agahîgirtinê yê gel tê astengkirin
13:52 Xalê Jîna Emîniyê hate girtin
13:15 Li Qersê jinek hate qetilkirin
13:10 Ji bo rojnameger Necla Demîr Arvas biryara ceza û tehliyeyê
12:44 Doza Narîn Guranê didome: Heqîqetê derxînin holê
12:29 Cûma Çat hate definkirin
12:25 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû
11:52 Platforma Yekitina Jinên Kurd hate avakirin
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Di hevdîtina Erdogan de aliyên pêvajoyê dixitimînin hatin axaftin
11:21 Hunermend Dîna Zaurub di êrişa Îsraîlê de hate qetilkirin
11:08 Bi ser Enfalê re 37 sal derbas bûn: Me efû nekir û dê ji bîr nekin
10:57 Li Geliyê Botanê qûleya leşkerî hate avakirin
10:41 Duyemîn doza cînayeta Narîn Guranê dest pê kir
10:10 Xwebûn bi manşeta ‘Hunermend rayberî biko’ derket
09:10 Piştî Soylu hedef nîşan dayî bêyî ‘delîlan’ cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn
09:06 Qeyûmê Mêrdînê dê 35 neguhêzbarên bifiroşe
09:04 Curado: Bêyî berdana Abdullah Ocalan pêvajo nameşe