ENQERE - Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK), pêşniyar kir ku rewşa awarte 3 mehan din were dirêj kirin, qada asîmanî li Herêma Kurdistanê were girtin û deriyên sînorî ji bo Bexdayê werin dayîn. Li ser vê yekê Lijneya Wezîran kom bû û daxwaza MGK'ê ya OHAL'e û qedexeya azîmanî ya Başûrê Kurdistanê erê kir.
Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) di serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan de civiya û saetek û çil deqîqeyî berdewam kir. Di civînê de 3 daxwaz derketin. Hat xwestin ku rewşa awarte ya li Tirkiyê 3 mehe din were dirêjkirin. Dîsa hat xwestin ku Qada asîmanî a Tirkiyê li ber Herêma Kurdistanê were girtin. Divê pêvajoya dewirkirina deriyê sînorî yê Xabûrê ji bo Hikûmeya Bexdayê were destpêkirin. Piştî civîna MGK'ê Lijneya Wezaran kom bû û daxwazên MGK'ê erê kir. Li ser Lijneya Wezîran Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag, diyar kir ku OHAL 3 mehên din hatine dirêjkirin û qada asîmanî li Kurdistana başûr hatiye qedexekirin.