RIHA - Tacettîn Kalgiyê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ku bi sûcê "endamtiya rêxistinê" lê hatibû birin ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Dîlokê ve hat erêkirin û der barê wî de biryara girtinê hat dayîn, li Midûriyeta Polîsan a Sêwregê îşkence lê hat kirin. Parêzerê ku îşkenceyê belge kir jî hat derbkirin.
Tacettîn Kalgiyê ku 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ku bi sûcê "endamtiya rêxistinê" lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Dîlokê ve hat erêkirin, polîsan avêt ser mala wî û ew binçav kirin. Derket holê ku li Midûriyeta Polîsan ya Sêwregê îşkence li Kalgi hatiye kirin.
Kalgiyê ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêwregê di sala 2015'an da bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî hatibû girtin hatibû berdan. Piştî îdianameya at amadekirin ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêwregê ve hat qebûlkirin, darizandin dest pê kir û di dawiya darizandinê de, di 31'ê Adara 2021'ê de bi heman îdiayê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Kalgî hat birîn. Biryara ku di heman salê de sewqî Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Dîlokê hat kirin, di 18'ê Nîsana 2022'yan de ji aliyê dadgehê ve hat pesendkirin. Piştî vê der barê Kalgi de biryara zevtkirinê hat dayîn. Gava dosye ji Dadgeha Bilind re hat şandin, Kalgi hat binçavkirin.Kalgi ku îro danê sibehê li mala xwe ya li Sêwregê hat binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Sêwregê.
Gava parêzer Kalgi Sabrî Gungen çû midûriyeta polîsan cem wî, îşkenceya lê hat kirin derket holê. Gungenê ku reşayiya li ber çavê muweklê xw eû şuna derban ên li se rlaşê wî kişand, bi tundiya 15 polîsan re rû bi rû ma. Gungenê ku ji ber derbkirinê rapor girt, tevî muwkeîlê xwe Kalgi serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêwregê da û giliyê polîsan kir.
Her wiha Tacettin Kalgi yê ku sewqî Edliyeya Sêwregê hat kirin, piştî xwendina biryarê birin Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê.