ENQERE - Amedspor ku bû mêvanê Keçîorengucuyê, bi 3 puanan vegeriya.
Amedspor ku di Lîga 1'emîn a TFF'ê de dilîze, di hefteya 31'emîn de bi Ankara Keçîorengucuyê re lîst. Lîstik li Stadyuma Keçîoren Aktepeyê hat lîstin. Ji ber "qedexeya deplasmanê ya maçekê" alîgirên Amedsporê nikaribûn têkevin qadê.
Amedspor ku 2-1 bi ser ket û 3 puan qezenc kirin, gola ewil di deqeya 17'an de ji aliyê Velî Çetînê amedsporî ve hat avêtin. Paşê ji Amedsporê Sînan Kûrt qerta sor xwar û ji qadê derket. Amedspor ku piştî wextekê bi 10 kesan lîst, golek xwar. Velî Çetînê amedsporî vê carê jî gol avêt qaleya xwe û maç bû 1-1. Amedspora ku bi 10 kesan lîst, di qedeyên dawî de penaltî qezenc kir. Deyro Morenoyê amedspor ji enaltiyê gol avêt û Amedspor 2-1 bi ser ket.