STENBOL - Bi sed hezaran kes tevlî mitînga li Maltepeyê bûn. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bi pankarta "Em bi hev re Stenbolê biparêzin" tevlî mitîngê bûn.
Li dijî lêpirsîna li hember Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û binçavkirinan li Maltepeyê miting hat lidarxistin. Bi sed hezaran kes tevlî mitîngê bûn û bênavber dirûşmeyên “Rizgarî bi tenê nabe, an em hemû bi hev re, an jî ne yek ji me” û “Maf, Hiqûq û Edalet” hatin berzkirin.
CHP’ê ji bo serbestberdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku namzetê serokkomariyê ye, li qada mitîngê îmze berhev kirin. Îmamoglû yê ku ji Girtîgeha Silîvriyê mitîngê dişopîne, peyam şand. Di peyama Îmamoglû de ev tişt hat gotin, “Ciwan, ji Recep Tayyîp Erdogan re dibêjin hurmet nîşanî hemwelatiyan bide, destê xwe dirêjî îradeya gel neke, lê Erdogan guhê xwe ji van daxwazan re girtiye. Li ser hev fermanên neheq û neqanûnî dide. Tevî ku here tişt bi xwe kiriye, qet berpirsiyariyê nagire. Di nava 3 rojan de 26 mîlyar dolar firiya çû. Bêyî ku şerm bike berpirsyariya vê jî dixe stûyê gelê me yê ku mafê nerazîbûnê nîşan didin. Hewl tê dayîn stûyê gelê me bidin tewandin. Ew ê bi ser nekevin! Ev gel serî li ber 7 dewêl netewandine, ma qey wê ji kesên ji ber sindoqan revîne bitewînin? Ev dîlgirtin ji bo min wateyek îfade nake. Ji ber ku min ti sûcî nekiriye. Weke şaredar ji ber wezîfeyên ku min pêk aniye serbilind im û ne poşman im. Ez ji 48 lêpirsînên îdarî û 51 lêpirsînên şexsî bi rûyekî paqij derketime. Ez ji wan re dibêjim, de herin ji wir! Ez ne ew kes im ku divê xwe di vê doza çêkirî de bidim beraatkirin.”
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de ye beşdarî mîtîngê bûn. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ku li Rawestgeha Marmarayê ya Îdealtepe kom bûn pankarta "Em bi hev re Stenbolê biparêzin" hildan. Di kortejê de gelek caran dirûşmên mîna "Jin, jiyan, azadî", "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Maf, hiqûq, edalet" û "Rizgarî bi tenê nabe, an em hemû bi hev re, an jî ne yek ji me” hatin berzkirin.