RIHA - Haci Esvet Şenyaşar ê ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê Yildiz ve hat kuştin û di serî de Erdogan, rayedarên hikûmetê gotin “PKK’i ye” 19 salin endamê Odeya Hosta û Bazirganiya Pirsêsû.
Haci Esvet Şenyaşar ê ji aliyê xizmên namzetê parlamenteriya AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat kuştin û di serî de Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, rayedarên hikûmetê gotin “PKK’î ye” di sala 1999’an de dibe endamê Odeya Hosta û Bazirganiya Pirsûsê û heya niha jî endamê odeyê ye.
Ji birayên Şenyaşar, Mehmet Şenyaşar ê di bûyerê de birîndar bû jî, di sala 2010’an de serî li Daîreya Bace ya Pirsûsê dide û Lewheya Bace ya wî heye.