STENBOL – Ji rojnmavenaên ku di dema şopandina binçavkirinan de hatin binçavkirin Hayrî Tûnç, diyar kir ku polîs ji bo wan wekî çalakvanan nîşan bidin wêneyên wan kişandine û got: "Ev komplo ye."
Di çalakiyên şermezarkirina lêpirsîn, binçavkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû de herî kêm hezar û 879 kes hatin binçavkirin û 260 jê hatin girtin. Rojnamegerên ku çalakî dişopandin Zeynep Kûray, Bulent Kiliç, Gokhan Kam, Hayri Tunç, Yasîn Akgul, Alî Onur Tosun û nûçegihan Kurtuluş Arî di 24'ê Tebaxê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û girtin. Ji rojnamegerên paşê hatin berdan Hayrî Tunç wiha got: "Dema ku li Şaxa TEM'ê dîmen dihat kişandin, digotin 'Serê xwe bitewînin'. Me got em ê wekî rojnameger serê xwe natewînin. Di demên dawî de dozger rasterast gel dişîne dadgehê. Lê polîsek hat got ku sewqkirin tune ye û piştî îfadeyê hûn ê hemû bên berdan. Piştî nîv saetî gava kes nehat derxistin me gazî polîs kir û me got 'Çima biryar nayê dayîn.' Polîs got, 'Dozger biryar guherand.' Paşê em sewq kirin û em hatin girtin."
Tunç anî ziman ku nûçegihanên wêneyan bi giştî hatin binçavkirin û wiha got: "Nûçegihanên wêneyan ên 18 salan binçav kirin. Di wêneyan de çîrokek wiha heye: Kêşeya ku hûn wêneyê wê dikişînin helwesta te ya îdeolojîk jî diyar dike. Li vir polîsan bi sererastkirinên wisa wêne kişandine û vîdeo wisa çirpandine ku di destê me kesî ne wênegir ne jî mîkrofon xuya dike. Di wêne û dîmenên polîsan de wer wisa xuya dike ku em jî di nava çalakiyê de ne. Em bi van wêneyan hatin tawanbarkirin. Ev komplo ye. Di ser wêneyan re komplo li nûçegihanên wêneyan gerandine. Li dadgehê jî ji ber parastina rojnamevaniyê guh li me nekirin."
MA / Omer Îbrahîmoglû