NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Piştevaniya Beluc diyar kir ku rojnameger Muhammed Usman Khan ji ber ku dîmenên êrişên li dijî Belucan kişand lewma hate revandin û windakirin.
Komîteya Piştevaniya Beluc (BYC) têkildarî revandina rojnameger Muhammed Usman Khan ku dema çalakiyên protestoyî yên Belucan dişopand, hatibû revandin, daxuyanî da. BYC’ê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. BYC’ê, diyar kir ku rojnameger Khan di 26’ê Adarê de li Kettayê dema danûstandin dikir ji hêla kesên biunîforma ve li wesayîtê hatiye siwarkirin û revandin û tu agahî jê nayên girtin. BYC’ê, da zanîn ku Khan dîmenên tundiyê yên li dijî Belucan kişandiye û parve kiriye lewma hatiye revandin. Daxuyanî, wiha domiya: “Di demeke ku gelek kes li dijî Belucistanê bêdeng de, rojnameger Usman Khan bi dilwêrekî nûçe çêkir û li Kettayê li dikanekê bi darê zorê hate windakirin.”
'TUNDÎ TEŞHÎR KIR’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku rojnameger Khan, kêliyên ku leşkerên Pakistanê êrişî wesayîta sivîl a aktîvîstên BYC’ê dikin kişandiye û parve kiriye. Daxuyanî, wiha bi dawî bû: “Rojnameger Khan, tundiya bêrehm a li dijî konvoya BYC’ê ya li Mastungê teşhîr kir. Her wiha êrişên dewletê yên dawî yên li Kettayê jî kir belge. Ji bilî van, ji ber ku di mijara Belucistanê de rojnamegeriyeke bêalî, dilwêrek û bêtawîz kir û bi vê sedemê hate cezakirin. Windakirina rojnamegeran, hewldana ji bo bêdengkirina rastiyê ye. Lê em bêdengkirina red dikin.”
Her wiha li ser hesabên medyaya dijîtal vîdeoyên ji hêla Khan ve hatine kişandin û tundiya leşkeran nîşan didin jî hatin parvekirin.