BAB – Welatiyên Babê, diyar kirin ku komên çekdar ên li Babê bi cih bûne hem li talanê wan dixin û me jî fîdye i wan distînin. Welatiyan bang li QSD’ê kir ku wan ji vî halî rizgar bikin.
Gelê Babê, ji ber kiryarên komên çekdar ên dizî, talanî û îşkence dikin û bêdengiya Tirkiyeyê ya li hemberî vê yekê bêzar bûne. Gelê Babê ji bo ji van kiryaran rizgar bibin bang li hêzên QSD’ê kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku her roj komên çekdar ên li Babê bicih bûne, li ser talanî, dizî û hakimiyeta qadê şer dikin. Malbatan anîn ziman hem diziyê dikin û hem jî fidye ji malbatan dixwazin. Malbatan destnîşan kir ku Tirkiye vê yekê dizane, lê dîsa dengê xwe nakin. Welatiyan anîn ziman ku komên çekdar li ser xenîmetê şer dikin.
‘DI ŞERÊ NAVBERA KOMAN DE 15 SIVÎL HATIN KUŞTIN'
Şêniyê Babê Ehmed Usman, diyar kir ku di nava du mehên dawî de 9 pêvçûn di navbêra koman de pêk hatiye. Ewil dizî û talan dikin, fîdye ji malbatan dixwazin. Piştî ku li hev nakin vê carê sivîlan dikujin. Di nava du mehên dawî de 9 bûyer pêk hatin û 15 sivîl hatin kuştin. 3 ji wan jin û 4 zarok in. Çend roj berê di navbêra Ehrar El-Şerqiye û malbata Al Wakî de pêvçûn derket Di pêvçûnê de 4 sivîl hatin kuştin."
‘TENÊ QSD DIKARE ME JI VÊ HOVÎTIYÊ XELAS BIKE'
Welatiyê El Babê Mihemed Esfûr jî, diyar kir ku gelê Babê ji kiryarên van çeteyan bêzar bûne. Esfûr, diyar kir ku rayedarên Tirkiye ji van bûyeran agahdare û li şûna rê li pêş van bûyeran bigirin ew bi xwe teşwîq dikin û got: "Armanc dikin ku gelê Babê mihtacê wan bibin. Gelê Babê baş dizane ku ev lîstikên Tirkiye bi xwe ye. Em baş dizanin ku şervanên QSD’ê zarokên vê welatî ne. Dizî, talanî, îşkence û kiryarên bêexleqî li cem wan tuneye. Ji bo vê jî hemû niştecihên Babê heremên ku QSD’ê rizgar kiriye çewa radestê niştecihên wê bajarî kiriye, em jî dixwazin ku bajarê qedîm Babê ji van çeteyên hovane rizgar bike û radestê gelê Babê bike.”
Fermandariya QSD’ê jî têkildarî mijarê diyar kir ku demek dirêje ji gelê Babê bi riyên cur bi cur banga rizgarkirinê dibihîzin. Fermandar, destnîşan kir ku di biryarnameya QSD'ê de zelal danîn holê ku kîjan civak, gel ên zilm û zordarî li ser wan bê kirin, ew amadene yê pêwîst bikin.
Bab nêzî 3 salin di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû. Piştre Tirkiye bi gelek komen çekdar ên girêdayî OSO di bin nave “Tevgera Mertalê Firatê” de di 24’ê sibata 2017’an de kete Babê. Di encamê de bi sedan sivîl hatibûn kuştin û gelek jî birîndar bibûn. Komên çekdar ên li vir bi cih bûn, her tim ji ber li hev nakin şerê hev dikin. Komên çekdar ên li vir bi cih bûne wiha ne: Feyleq El Şam, Ehrar El Şam, Lîwa Semerqend, Firqet El Hemzê. Ehrar El Şerqiye, Firqet El Hemzet, Firqet Sultan Murat ku piranî rasterast girêdayên MÎT’ê ne li navenda bajarê Babê dimînin.
MA / Erdogan Altan