RIHA - Jinên ku bertek nîşanî "pêşnûmeya destûra bingehîn" a ku di 13'ê Adarê de ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve hat ragihandin dan, gotin: "Li Sûriyeyê heya beşên cuda, jin û baweriyên cuda ne di nav de bin, pergalek nayê avakirin."
Piştî hevdîtina ku êvara 10’ê Adarê di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û Ehmed El Şara ku wekî serokê dewleta Sûriyeyê ya demkî hat îlankirin de, peymanek ji 8 madeyan pêkhatî, hatibî îmzekirin. 3 roj piştî peymanê, şandeyeke ku ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Rêveberê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin pêk dihat, di 13’ê Adarê de çûbû Şamê û bi Ehmed El-Şara re hevdîtin kiribû.
Pêşnûmeya navborî ji aliyê gelek koman ve, bi taybet şêniyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat protestokirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê bi beşdariya bi sedan ciwanan li Reqa, Tebqa û Dêrezorê ji bo şermezarkirina Pêşnûmeya Destûra Bingehîn a ji aliyê hikûmeta Şamê ve hat pêşkêşkirin, meşek li dar xist. Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bertek nîşanî pêşnûmeyê da. Platformê di bernameya xwe ya ji 8 xalan pêkhatî de li dijî qetlîamên li bejahiyê pêk tê de biryar da ku "Ji bo nîqaşkirina helwesta jinan a li hemberî qetlîamê û deklerasyona destûra bingehîn, dê komxebatek bê lidarxistin."
Hevseroka Partiya Yekîtiya Sûriyeyê (PYD) ya bajarê Dirbêsiyê Diyana Ebdullah bertek nîşanî pêşnûmeyê da û diyar kir ku di pêşnûmeyê de navê jinekê jî tune ye. Diyana Ebdûllah destnîşan kir ku ev nayê qebûlkirin û got: "Hevalên me yên jin ji bo rêveberiya xweser a piştî Şoreşa Rojava hat avakirin, şehîd ketin. Jin li vir li her derê ked dane. Em bi xwedî derketina li qadên jiyanê yên bi hev re, xwedî li wan derdikevin."
Diyana Ebdullah diyar kir ku pêwîst e rêveberiya nû jin û pêkhateyên din ên civakê di nava pergala nû de cih bigirin û got: "Dema em li nêzîkatiya wan a niha dinêrin, hewl didin hemû beşên civakê li derve bihêlin. Lê bi xwîna zarokan em hatine roja îro. Li Sûriyeyê heya beşên cuda, jin û baweriyên cuda ne di nav de bin, pergalek nayê avakirin."
‘ME BI ŞOREŞA JINÊ DEST BI RÊ KIR'
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Nesrîn Elî diyar kir ku ew beşdarî çalakiyên li dijî reşnivîsa destûra bingehîn bûne û dê dengê xwe bilind bikin û got ku gelên Rêveberiya Xweser piştî şoreşê heta niha îradeya xwe di gelek qadan de bi taybet dîplomasî û leşkerî nîşan dane. Nesrîn Elî ku got "Me bi'Şoreşa jinê' dest bi şoreşa li xaka xweseriyê kir" got: "Gelên Rêveberiya Xweser li dijî kesên ku berê di nava şert û mercên gelekî xerab de qetil kirin, li ber xwe da. Herî zêde jin bi van komkujiyan re rû bi rû man. Banga min ji bo jinên li herêmên peravê dijîn ev e, çawa ku jinên di rêveberiya xweser de bi vîna xwe komkujî şikandin, hûn jî dikarin vê bişkînin. Parastina xwe bikin"
MA / Ceylan Şahinli