NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên HDP’ê belavokên hilbijartinê belav kirin û gel vexwendin mitîngên Amed û Sêrtê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de mitîngên li herêmê yek bi yek li dar dixin û bi coşek mezin gel beşdarî mitîngan dibin.
AMED
Namzetên HDP’ê yên Amedê, li navçeya Rezanê çûn serdana dikandaran û welatî vexwendin mitînga sibe ya li Qada Îstasyonê saet 18.00’an de dest pê dike.
SÊRT
Namzetên HDP’ê yên Sêrtê, yên diçin gund û navçeya bang li welatiyan dikin ku di 21’ê Hezîranê beşdarî mitînga mezin a HDP’ê bibin. Amadekariyê mitînga ku dê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan beşdar bibe berdewam dike.