DÎLOK – Mehmet Şenyaşar ê bav û du birayê xwe di bûyera li Pirsûsê de winda kir çûyîna xwe ya nexweşxaneyê wiha vegot: “Ez bi saxî çûm nexweşxaneyê. Min xistin odeyekê û het ji ser hişê xwe çûm, li min dan. Li ser sedyê min kêr kirin. Di odeya ku polîs li gel min bûn, bi debancê gule berdan min. Dem amin neqlî nexweşxaneyek din kirin, lastîkên ambulansê teqandin.”
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê zilamên Namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz bi guleyan êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Celal û Adil Şenyaşar li dikanê birîndar kirin û piştre tevî bavê wan Esvet Şenyaşar li nexşweşxaneyê kuştin. Şahidê bûyerê Kurê Esvet Şenyaşar, Mehmet Şenyaşar behsa bûyerê kir.
Mehmet Şenyaşar dema duh li nexweşxaneyê dermankirina wî xelas bû û derket binçavkirin û îfadeyên wî girtin û pişt re berdan. Şenyaşar diyar kir ku êrîş kêliyek jî ji ber çavê wî naçe û ji hişê wî dernakeve. Şenyaşar got ku di kameraya dikana wan de dikarin lêkolîn bikin ku ka kî kekên wî kuştin e.
Şenyaşar anî ziman ku dema ew li nexweşxaneyê derman didît polîsan jê re gotiye “Tu kesê te nîne? Çima tu kes li cem te namîne?” û wî jî ji wan re gotiye “Tu kesê min nehitşin û li gel min bin.”
‘CELAL ADIL DI NAV GOLA XWÎNÊ DE MABÛN’
Şenyaşar desstnîşan kir ku di kêliya êrîşê de ew ne li dikanê bûye û got: “Min çawa bûyerê bihîst, ez bi bezê çûm dikanê. Dema ez gihîştim wir polîs li ber derî bûn. Ez ketim dikanê min dît ku birayên min Celal û Adil di nav xwînê de man e. Min nizanibû ez ê çibikim. Ez matmayî mam. Min ji yên derdorê re digot bangî ambulansê bikin. Ambulans dereng hat. Cîranê me alîkariya me kirin. Di wê navberê de amulans hat. Me birayên min li ambulansê siwar kir û em çûn nexweşxaneyê.”
‘VAN BIKUJIN, EV XWAYÎNÊ WELÊT IN’
Şenyaşar da zanîn ku dema ew bi ambulansê gihîştin nexweşxaneyê alîgirên namzetê AKP’ê li baxçeyê nexweşxaneyê bi çekan amade bûn û wiha dewam kir: “Alîgirên wan carek din êrîşî birayên min kirin. Ez li hundir li derdorê çûm û hatim. Alîgirek namzetê AKP’ê wiha qîr dikir ‘Van bikujin. Ev xayînî welat in.’ Pişt re bi destê min girtin û min xistin odeyekê. Min avêtin erdê û pê li serê min kirin. Bi hişkî li min dixistin. Min derb kirin. Pişt re jî ez ji ser hişê xwe çûm e. Dema ez hatim ser hişê xwe min xwe li ser sedyeyekê dît. Dema ez li ser sedyeyê bûm bi kêran êrîşî min kirin. Li sedyeya kêlak min jî birayê min Ferît di nav gola xwînê de mabû.”
‘POLÎSAN ALÎGIRÊ NAMZETÊ AKP’Ê NE DISEKINAND’
Şenyaşar anî ziman ku xebatkarên nexweşxaneyê ji tirsa tiştek nedikirin û wiha axivî: “Min û birayê min Ferît xistin odeyekê. Lê alîgiran ketin vê odeyê jî. Polîs jî di hundir de bûn. Polîsan alîgirên namzetê AKP’ê nedisekinand. Wêrekiyê nekirin tiştekî ji wan re bêjin. Pişt re xizmek wekîlê AKP’ê ket hundir. Bi çekê guleyek berê min da. Min teqlîdê mirî kir. Pişt re bi kulman li birayê min Ferît dan. Bi çav sorî êrîş dikirin û ti tişekî nedidîtin.”
‘MIN DIGOT EZ Ê BIMIRIM’
Şenyaşar diyar kir ku dema wî li ambulansê siwar kirin jî alîgiran êrîşî wî kir û got: “Hêj ambulans li baxçeyê nexweşxaneyê bû, dengê çekan dîsa hat. Lastîkên ambulansê teqandin. Cama pêşiyê şikandin. Xebatkarên ambulansê jî tirsiyan. Min digot ez ê bimirim. Pişt re qey walî hat. Personel bi yekî re bi telefonê diaxivî û jê re digot ‘Walî nehata vir, em îro bi saxî ji vir dernediketin.’ Pişt re ambulans bi lastîkên teqandî derket rê. Yekê ji ambulansê re got ‘Heta emniyetê wisa biçe.’ Ekîbek polîs jî danîn cem me. Em bi wan re jî Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê.”
JI EMNIYETÊ BI TENÊ ŞANDIN E
Şenyaşar da zanîn ku wî ji Pirsûsê bi ambulansek din bi tenê şandine nexweşxaneyek Dîlokê û got: “Dema em li nexweşxaneyê peya bûn, min derûniya xwe ne baş dît. Min digot qey dê li wir jî niha êrîşî wî bikin. Min li nexweşxaneyê ferq kir ku ez çiqas birîndar im.”
‘EM BÊ SÛC BÛN’
Şenyaşar destnîşan kir ku birayên wî li dijî keleşnîkofan xwe bi daran prastine û got: “Birayê min êrîşî wan nekirine. Xizmên namzetê AKP’ê û alîgirên wî êrîşî birayên wî kirin e. Min li dozgeriyê jî van îfadeyên xwe da. Zerara me negihîştiye tu kesî. Wekî mîsqaleyî zere sûcê me nîne. Em mirovên di halê xwe de ne. Ev bû 25 sal e em li Surucê esnafiyê dikin. Van tiştên bi serê me de qewimîn, me yekê jî heq nekiribû.”
MA / Muhamed Abdulkadîr Esen