ENQERE - Dadger, di danişîna doza Rojnameger Çîgdem Toker a ji ber nivîsek xwe 1,5 milyon TL ceza jê tê xwestin gilî û gazinc kir û got: "Li peş me gelek dosya hene. 25 heb jê Dadgeha Qiqûqa Aslî hene. Divê 75 heb hebin."
Danişîna doza Rojnameger a Cumhuriyetê Çîgdem Toker a ji ber nivîsa wê ya ser navê "Firengên Rûsyayê jî ji Bayburtê ne" ku têkildarî îhaleya şirketa Seravaniya Agrobayê nivîsnadibû hatibû vekirin dest pê kir.
Danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Hiqûqa Asliye pêk hat. Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglu, Seroke TGS'ê Gokhan Durmuş, Seroka Şaxa ÇGD'ê Çinar Livane Ozer, Serokê Konseya Navendî ya Yekitiya Tabibên Tirk (TTB) Sinan Adıyaman, Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekin Aydogan û gelek rojnameger amade bûn.
Rojnameger Toker, parastin kir û got: “Hemû nivîsa min di çarçoveya azadiya ramanê de ye". Heyeta dadgehê jî dem da doz taloqî 6'ê Kanûnê kir. Serokê Heyeta dadgehê di danişînê de gilî û gazincê xwe kir û got: "Madem ew qas rojnameger li vir in vêya jî binivîsin. li pêş me gelek dosya hene. 25 heb jî li Dadgeha Asliye Hukukê heye. Divê 75 heb bin. 50 heb kêm in."