EDENE – Baroya Edeneyê, bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu yên ji bo Baroya Amedê gotin, da û bang li dozgeran kirin ku peywira xwe bînin cih.
Baroya Edeneyê, têkîldarî îfadeyên Wezîrê Karê Hûndîr Suleyman Soylu yên ji bo Baroya Amedê gotin daxuyaniyek nivîs weşand û bertek nîşan da. Serokê Baroya Edeneyê Parêzer Velî Kuçuk, di daxuyaniya da de wiha got: “Berî her tiştî baroyek û serokê wê ‘terorîst’ îlan kirin teqez nayê qebûl kirin. Daxuyaniya Suleyman Soylu, ‘sûcê kîn û nefretê ye.’ Ger tiştek bê serê rêveber û serokê Baroya Amedê, hemû kes dê faîlên wan zanibin. Di daxuyaniya hat kirin de bi eşker sûcê kîn û nefretê ye. Ka li rewşa welatê me mêze bikin. Wezîrê Karê Hûndir, baroya bajarekê, odeya bazirgahiyê û saziyên civaka sivîl bi terorîstiyê sûcdar dike. A herî xeternak jî, serokê wê baroya sûcdar dike, berî demekê bû qûrbanê faîlên kiryar ne diyar. Di daxuyaniyê de bi awayekê eşkere baro û parêzer hatin hedef girtin. Berî çendekê Alî Gunday û Tahir Elçî kirin hedef, lê mixabin sûç li holên. Kesên daxuyaniyên wiha didin dê pêşiya êrîşên li dijî parêzer û baroyan vekin. Baroya Amedê ne bi tenê ye. Parastin yek û emê hev biparêzin. Em bang li dozgeran dikin ku peywira xwe bînin cih.”
SOYLU ÇI GOTIBÛ?
Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu di 18’ê Hezîranê de beşdarî bernameyeke kanala TRT Haber dibe û ji bo êrîşa li Pirsûsê nirxandin dike. Soylu di nirxandinên xwe de ji bo Baroya Amedê dibêje; “Ez pir eşkere û vekirî dibêjim, Baroyek girêdayî PKK’ê ye. Di hemû çalakiyên me de, hemû bûyerên me de û hemû bûyerên me yên hiqûqî de, gava PKK nikare dengê xwe derxîne, Baroya Amedê dengê wê derdixîne.”