AMED - Parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan astengiya li pêş heyeta Amedê ku xwestin biçin Pirsûsê lêkolîn bikin û daxuyaniya Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylu ya der barê Baroya Amedê de nirxandin. Parêzeran diyar kirin ku wezîr bi vê daxuyaniyê zordestiyê li ser hiqûqê dike û bi fikarin ku kesên zordest bên parastin.
Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîranê de Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz û zilamên xwe bi çekan girtin ser dikana esnaf Şenyaşar û Bav Esvet Şenyaşar û 2 kurên wî Celal û Adil Şenyaşar kuştin. Di buyerê de birayê Halîl Yildiz Mehmet Şah Yildiz jî di bûyerê de mir. Piştî bûyerê Baroya Amedê, şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Odeya Bazirganî û Pişesaziyê jî di navde 25 rêxistinên sivîl heyetek ava kirin û xwestin biçin li Pirsûsê lêkolîn bikin. Lê Waliyê Rihayê bi îdîaya “Ewlehiya can tune" destûr nedan heyet biçe. Li ser ve yekê polîsêin Amedê heyet di derketina amedê de asteng kir û destûr neda. Piştre Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu têkildarî Baroya Amedê daxuyaniyên reşkirinê dan.
ASTENGKIRINA ME DAXWAZA REŞKIRINA RASTIYAN E
Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan ên Amedê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku Wezîr Soylu zordestiyê li ser hiqûqê dimeşîne. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku astengiya heyeta rêxistinên sivîl nayê qebûlkirin û wiha got: "Ev helwest li dijî pîvanên OHAL'ê ye jî. OHAL'ê jî derbas dikin. Bûyera Pirsûsê her kes ji kurahiya dil ve êşand. Bûyerek pir wahîm û xemgîn e. Me wekî rêxistinên civakî û sivîl xwest hem ji malbatan sersaxî bixwazin û hem jî me xwest li cihê bûyerê lêkolîn bikin.
Me xwest rageşiyê kêm bikin û hestewariyê pêş bixin. Lê em rastî pêkanînên ku sînorê OHAL'ê û hiqûqa OHAL'ê jî derbas dikin hatin.
Armanca me ne sor kirin bû. Me xwest êdî bûyerên di salên 90’an de dubare nebin. Ji ber ku cerebeyên me yên berê hene. Ji bo bi awayekî bê alî û rasteqîn lekolîn bê kirin û rê li pêş vê yekê bê girtin me xwest em biçin cihê bûyerê. Ger ku çûna me hat astengkirin xuya dibe ku dixwazin ser rastiyan veşêrin û rastiyan û delîlan winda bikin. Armanc û fikara me lêkolîn serbixwe û bê alî bê kirin. Divê her aliyê bûyerê ronî bibe û bê lêpirsînk."
Zeytun, destnîşan kir ku wekî parazvanên mafên mirovan dê dozê bişopînin di demek herî kin de biçin Pirsûsê. Piştî em biçin lêkolîn bikin em dê fikrên xwe û çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve bikin."
‘BÛYERÊN SALÊN 90’Î TÎNIN AQILAN'
Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr jî bal kişand ser bûyera Pirsûsê û geşedanên pişti wê û wiha got: "Dema em li nûçeyên medya navendî û daxuyaniyên rayedaran dinerin, pir talûke û bi fikar in. Îktidar di pêvajoya hilbijartinê de dixwaze civakê bike du perçe.
Rexistinên sivîl û demokratîk ên Amedê xwest biçin lêkolîn bikin. Lê hatin asteng kirin. Wekî parazvanên mafên mirovan Di salên 90’î de dema em çûn Şirnexê û me xwest bi kesên serlêdan kirin re hevdîtin bikin em hatibûn astegkirin. Bi dehan caran çûname ya Şirnexê hatibûn astengkirin. Ev bûyer dîsa salên 90'an dubare tîne hiş û aqilan.
FIKARÊN ME ZÊDE DIBIN
Yalçindag, da zanîn ku di bûyerê de ji malbata Şenyaşar Bav û 2 kur hatin kuştin û piştre birayê wan Fadıl Şenyaşar hêj dihat dermankirin hat girtin û wiha berdewam kir: "Ji mabatekê 3 kes hatin kuştin û kesek hat girtin. Der barê kujerên wan de tu lêpirsînk nehat kirin û hêj tu kes nehatine binçavkirin. Ev rewş me dixe nava fikaran. Dixwazin hemû sûcê bavêjin ser malbata Şenyaşar ên ku 3 kes ji wan hatin kuştin. Em dipirsin 3 kes ji aliyê kê ve hat kuştin. Ma hewce bi lêpirsîna vê yekê tune ye? Ma van mirovan xwe bi xwe, xwe kuştin. Fikara me ewe ku der barê kujerên malbata Şenyaşar de lêpirsîn neyê kirin û ser wê bê girtin. Em dixwazin lêpirsînek adîl û zanistî bê kirin. Lêpirsînek bê alî bê kirin. Welatiyên sivîl di nava rojê de li ber çavan û li nexweşxaneyê hatin kuştin. Em dixwazin ev yek ro nî bibe û naxwazin bûyerên bi vî rengî dubare bibin."
‘DAXUYANIYA WEZÎR ZEXTÊN LI SER HİHÛQÊ YE'
Prz. Mesut Baştaş ji bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Soylu û Serokomar Erdogan da û wiha got: "Daxuyaniyên rayedaran armanc dike ku zextan li ser hiqûqê pêş bixin. Ev astengiya li pêş edaletê ye. Divê berî her tiştî Wezîrê karê hundir aliyan neparêze.
Rê li pêş edaletê digirin. Rê li pêş hiqûqê digirin. Heyeta rêxistinên sivîl ên demokratîk ên Amedê asteng kirin. Ger ku yek vê heyetê asteng dike wê demê qirêjiyek heye û naxwazin ev qirêjî bê dîtin. Astengiya saziyên civakî û sivîl nîşan dide ku dixwazin ser qirêjiyên xwe bincil bikin."
MA / Deniz Tekin