DERSIM – HDP’ê banga beşdariya mitîngê li Dersimiyan kir û got: “Em di 22’ê hezîranê de li Qada Seyît Riza dîrokê binivîsînin.”
Rêxistina HDP’ê ya Dersimê wê di 22’ê hezîranê de saet di 15.00’an de li Qada Seyît Riza ya Dersimê mitîng li dar bixe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Namzetê HDP’ê yê Enqereyê Velî Saçilik, Namzetên HDP’ê yên Dersimê Meral Hanbayat Yeşîl û Alîcan Onlu dê baxivîn û Grup Munzur, hunermend Zeynep Kiliç û Hasan Alî jî derkevin ser dike.
Berya mitîngê dê li bajêr bi tevlîbûna Temellî li nav bajêr gera wesayîtan pêk bînin.
‘EM DÎROK BINIVÎSÎNIN’
Hevserokê navçeya navendî yê HDP’a Dersimê Îbrahîm Çalişkan diyar kir ku amadekariyên wan temam bûne û wiha got: “Em di 22’ê hezîranê de di mitînga li Qada Seyît Riza de dîrokê binivîsînin.”