MANÎSA - Berî 22’yemîn danişîna Doza Soma ya 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan, malbat û piştgir meşiyan. Malbatan beriya danişînê, daxuyanî dan û gotin: “Ji bo em ji patronên li ser xwîna karkeran mezin dibin re bêjin êdî bese, divê ji bo Somayê edalet pêk were.”
Malbatên Karkerên Madenê yên Soma û Komeleya Mafê Civakî (SHD) berî 22’yemîn danişîna doza navçeya Soma ya Manîsayê ku di 13’ê Gulana 2014’an de 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan, a li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê dê bê dîtin, bi sedan kes li ber Îstasyona Trenê ya Akhîsarê kom bûn û heya Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê meşiyan. Parlamenterê HDP, CHP, namzetên her du partiyan û gelek rêxistinên demokratîk beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta wêneyên karkerên di facîaya kana komirê de jiyana xwe ji dest dan hat vekirin û bê navber dirûşmên “Hesabê Soma dê bê pirsîn”, “Soma ji bîr neke û nede ji bîrkirin”, “Kedkara dê hesap ji qatilan bixwazin” û “Dê wezir, buro, xwediyên madene û dewlet hesap bidin” hatin berzkirin. Piştî meşê girseyê li ber Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê daxuyanî dan.
Bavê Ugur Çolak Îsmaîl Çolak li ser navê Mabatên Karkerên Madenê ya Soma daxuyanî da û wiha axivî: “22 dinişînin em ji bo karkerên li Somayê hatin qetilkirin, edaletê dixwazin. Li dijî kesên li qadên hilbijartinê sondan didin, bi înat em ê li gorî xêdan ser enî û keda xwe tevbigerin. Êdî di doza Soma de ber bi dawî ve diçe. Em baş dizanîn biryara di dozê de bê girtin, dê tu carî zarokên me paşve neyîne. Ji bo bûyerên wiha êdî pêk neyên em dixwazin ev doz bibe emsal. Em êdî naxwazin Soma, Ermenek û Xizxêrek din bên jiyîn.”
‘DENGÊ ME JI KED Û XÊDANÊ YE'
Çolak, da zanîn ku ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê pir kêm ma û wiha bilêv kir: “Emê piştgiriyê nedin dijminên ked û qatilên karkeran. Emê dengê xwe nedin wan. Îro dengek tenê jî ji vê derê derbikeve, dê ji bo ked, xêdana eniyê û edaletê be.”
Piştî daxuyaniyê girse ji bo dozê bişopîne derbasî salona danişînê bûn.