KERKÛK – Rojnameger Necmettîn Salaz ê li Silêmaniyê dijî diyar kir ku dê encamên hesabê siyasî yê Kerkûkê giran bibe û got: “Kerkûk neket, hat radestkirin.”
Nivîskar û rojnameger Necmettîn Salaz ê li Silêmaniyê dijî têkildarî şerê li Kerkûkê agahî dan. Salaz ê ji Medya Haberê axivî û bersiva pirsa “Kerkûk ketiye gelo?” û da û got: “Kerkûk neket, hat radestkirin.” Salaz destnîşan kir ku ev yek encama mutabakata di navbera rêveberiya Herêma Federa a Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê de ye û dê faturayek giran ji rêveberiyê re bê birîn.
'HEMÛ DAXWAZ PERE BÛN’
Salaz da zanîn ku li dijî şertên 6 maddeyên hikumeta navendî rêveberiya herêmê bi naveroka pereyan daxwaza wan a 5 maddeyan heye û wiha dewam kir: “Rêveberiya herêmê 5 xal peşkeş kir. Hemû jî li ser pereyan bû. Têkildarî razadnina muceyan bû.”
GEL BI HÊRS E
Salaz hêrsa gel a li dijî rêveberiyê jî ragihand û wiha got: “Divê gotinek ji bo pêşmergeyan neye kirin. Li Şengalê jî wisa bû. Ne yê ku vekeşiyan e yên ku ferman dane berpiryar in. Heke ku fermana ‘Bisekinin, şer bikin û welatê xwe biparêzin’ bihata dayîn dê pêşemgeryan bisekiniya û şer bikirina. Lê belê rêveberiyê nekir. Yên li Kerkûkê mane û welatê xwe diparêzin zarokên welatparêz ên bi namus û kulmek gel e.”