AMED - Hevserokê DBP’a Amedê Îbrahîm Çîçek, bal kişand ser girîngiya ewlekariya sindoqan û got: “Em ê bi endamên lijnaya sindoqan, muşahîd û hilbijêran re bi her awayî sindoqan biparêzin.”
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Îbrahîm Çîçek, diyar kir ku wan amadekariyên sindoqên navçe û gundan ên ji aliyê YSK’ê ve hatin veguhestin bi dawî kirin û wiha axivî: “Bi her awayî emê sindoqan biparêzin.” Çîçek bal kişand ser gotinên Erdogan ên “HDP’ê dibin bendê de bihêlin” û wiha got: “Li Amedê bi giştî 3 hezar û 319 sindoq hene. Ji bo sidoqan sê kesên erkdar hene. Ji ber vê yekê girîngiya me ya li ser sindoqan heye.”
Çiçek, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em li gundên sindoqên wan hatin veguhestin yek bi yek geriyan û çûn tespîtan. Me komîsyonên wesayîtên gundan ava kirin. Komîsyon dê welatiyan bibin ser sidoqan û paşve vegerînin malên wan. Dibe ku hîle bên kirin. Ji bo bêhiqûqiyên wiha neyên jiyîn, dê hevalên em li ser sindoqan amede bin.”
Çiçek, da zanîn ku hemû welatî xwedî wê erkêne ku sindoqan biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Roja hilbijartinê divê hemû kes xwe berpirsiyar bibînin. Emê bi dilsarî tevbigerin û neyên provokasyonan. Teqez emê vê hilbijartinê qezenc bikin. Divê hemû gelê me wê rojê biçin ser sindoqan.”