Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo diyar kir ku weke Êzidî ew banga dîrokî ya Abdullah Ocalan esas digirin û got: “Bi vê boneyê divê em pêşengtiya bangê bikin û mezin bikin.”

Banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de bi raya giştî re hate parvekirin. Banga Ocalan hêj niha jî yek rojevên sereke ye. Piştî bangê, PKK’ê bi daxuyaniyekê agirbest ragihand. Piştî bangê, çavê her kesî li ser gavên ku dê dewlet biavêje ye. Lêbelê heta niha ji aliyê dewletê ve tu gav nehatine avêtin. 
 
Piştgiriya ji bo banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ her ku diçe zêdetir dibe. Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo der barê banga Abdullah Ocalan a dîrokî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'EM PIŞTGIRIYA BANGÊ DIKIN Û JI XWE RE DIKIN XALA ESASÎ' 
 
Cîhan Celo, diyar kir ku ji bo ku hemû gelên Rojhilata Navîn bikarin bi hev re bijîn divê ku piştgiriyê bidin vê banga dîrokî û got: “Di 27'ê sibatê de Rêber Apo peyam da û bangawaziyek kir. Ev peyama ku hatiye dayin ji bo tevahiya gelên dinyayê yên bindest bi wate û dîrokî bû û gaveke nû bû. Rêber Apo îlan kir ku bi rêya aştî û civaka demokratîk gelê Kurd ê bikare ji aliyê hiqûqî û siyasî ve hem li Tirkiyeyê hem li Sûriyeyê û hem jî li Îranê mafê xwe bi dest bixe. Ji ber ku her çar dewlet jî gelê Kurd weke gelê xwe û hemwelatiyên we nabînin. Ji ber wê jî ev pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin pêngaveke nû ye û ji bo mafê gelê Kurd e. Ji ber wê jî em jî weke civaka Êzidî bi aştî û hezkirinê re ne, dijî şer û êrişan e. Pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin em jî hembêz dikin. Weke civak raste em rastî êrişan û fermanan hatine lêbelê me her tim aştî û aramiya civakên din dixwazin. Ji ber wê ev pêngav ji bo me esase. Fikrê Rêber Apo em ji fermanê xelas kirin û niha jî pêngava ku Rêber Apo avêtiye em jî dê piştgiriya wê bikin û ji bo xwe bikin esas.” 
 
'TU KESÎ WEKE RÊBER APO CIVAKA ME NEPARAST'
 
Cîhan Celo, bi lêv kir ku li Şengalê herî zêde jin xwedî li vê bangê derketin û wiha got: “Ji bo ku em bi xwe xwe bi rêve bibin pêwîste Rêveberiya Xweser misoger bikin û ev pêngava ku Rêber Apo nû daye destpêkirin em ji xwe re bikin esas. Ev pêngav li dinyayê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Peyama Rêber Apo taybet ji bo jinan pir girîng bû, jinên Êzidî ev peyama ji bo xwe esas girt. Azadiya jin dê fikrê neteweya demokratîk kiriye esas û jinên Êzidî jî dê li ser vê bimeşin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe em ê di nava têkoşîn û berxwedanê de bin. Her tim jinên Êzidî dibêjin,'azadiya Rêber Apo azadiya me ye.' Ji ber ku ti kesî weke Rêber Apo ev civake neparastiye. Cara yekeme ku di dîroka Êzdatiyê de ji jinên Êzidî hêzeke leşkerî tê avakirin. Cara ewile ku jin ji aliyê siyasî de, dîplomasî de di nav xebatan de cihê xwe digirin. Piştî ku fikrê Rêber Apo li Şengalê hatî naskirin û jinên Êzidî fikrê Rêber Apo naskirin nema xwe kêmî meran dibinin û bindestiyê qebûl dikin. Ji ber wê em li vir dibînin ku yê ku li vir pêşengtî dikin jinên Êzidî ne. Dixwestin di şexsê jinên Êzidî de civaka Êzidî tune bikin lê jinên Êzidî rê pêşiya fermanan girtin." 
 
PERGALA NETEWEYA DEMOKRATÎK
 
Cîhan Celo, anî ziman ku li Şengalê pergala Neteweya Demokratîk hatiye avakirin û ji ber wê her tim rastî êrişan tê û wiha domand: “Rêveberiya Xweser a ku li Şengalê hatiya avakirin bi ser fikrê Neteweya Demokratîk hatiye avakirin. Di bin sîwana Rêberiya Xweser de herkes dikare ku xwe îfade bike û xwedî li civaka xwe derbikeve. Ji ber wê niha li Şengalê pêkhatiyên din jî cihê xwe digirin û jin tê de esas in. Ew pêngava ku 27'ê Sibatê hatiye avêtin em ê ji xwe bikin esas û em ê li Şengalê bi civakên din re û herkesê ku dixwaze ku mafê xwe yê rewa pêk bîne dê Şengal jê re bibe mînak. Êrişên ku li ser Şengalê tên kirin jî Rêveberiya Xweser dibe bersiv û êrişên ku li ser vê derê tên kirin jî li dijî fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Heke ku vê civakê fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas negirtiba îro evqas êriş nedibûn."
 
'DIVÊ TIRKMEN, ÇERKES Û ÊZIDÎ XWEDÎ LI VÊ BANGÊ DERBIKEVIN'
 
Cîhan Celo, di berdewamê de got ku bi saya fikir û felsefeya Abdullah Ocalan li Şengalê guhertinên mezin çêbûn û ev tişt got: “Rêber Apo di paraznameyên xwe de dibêje, ‘Civaka Êzidî yan dê xwedî li çand û baweriya xwe derbikeve û yan jî dê rastî qirkirin û fermanên din jî bên.' Ji ber wê jî peyam û banga Rêber Apo bi taybet ji me re şandiye em ê pêk bînin û xwedî lê derbikevin. Peyama Rêber Apo jî ew bû ku civaka Êzidî xwe ji nû ve birêxistin bike. Tiştê ku Rêber Apo gotibû vê civakê destpêkiri bû. Lê pêwistiya wê bi kûrkirin û berfirehkirinê heye. Ev 26 sal zêdetirin ku tecrîdek li ser Rêber Apo heye û ji ber wê jî niha rewşa civaka Êzidî ya li vir baş nizane. Lê di nava civaka Êzidî guhertinên mezin çêbûn. Me weke jinên Êzidî berpirsyaritî dît ku pêşengî bikin û me weke erk dît ku xwedî li vê civakê derbikevin. Ji aliyê jinên Êzidî ve gavên mezin hatin avêtin.  Jinên Êzidî xwe berpirsyar dibîne ku vê peyamê pêk bînin. Îro jinên Êzidî dikarin her derê dengê xwe bilind bikin û heqê xwe biparêzin. Ji ber wê jî divê ku pêngava Rêbertî em berfirehtir bikin. Ji bo pêkanîna civakeke demokratîk gavên mezintir ji me re pêwîste. Divê ku Tirkmen, Çerkes, Êzidî û her civakeke ku li Iraqê de dije divê ku xwedî li vê bangê derbikeve.”
 
'RIZGARIYA ME BI AZADIYA OCALAN PÊKAN E’
 
Cîhan Celo, bal kişand li ser qetilkirina Elewiyan û got ku encax bi rê û rêbazên Abdullah Ocalan ev qirkirin dikare bê sekinandin û axaftina xwe wiha qedand: “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ew bû ku kêm neteweyan û baweriyên ku li ser axa Mezopotamya mane tune bikin. Hedefa vî şerî ev e. Lê armanca Rêber Apo ew e ku pêşî li van qirkirinan bigirin û her civakek karibe doza heqê xwe bike. Weke Rêveberiya Xweser mafê me di Şengalê de heye. Ji ber ku di sala 2014'an de ewqas hêzên leşker hebûn nekaribûn Êzidiyan biparêzin lêbelê niha dijmin nikare ser me de bê. Ji ber ku dilê me li ser axa me dişewite. Ev pêngav ji bo her kêm neteweyan rê pêşî li qirkirinê girtine. Me dît li Sûriyeyê civaka Elewî weke sala 2014'an çi hate serê civaka Êzidî wan jî heman tişt jiyîn. Ji aliyê heman kesan ve û heman fikrî rastî qirkirinê hatin. Ji ber wê divê ku pêşî li wê bê girtin. Peymana di navbera HSD'ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin girîng e û divê ku naveroka wê pêk were. Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin erk û berpirsyariya civaka Êzidî ji ya herkesî zêdetir e. Rizgariya me û hebûna me bi azadiya Rêber Apo re girêdayî ye. Ji bo azadiya wî çi pêwîst be em ê bikin.”
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir