MEXMÛR - Ciwanên Wargeha Mexmûrê banga xwedîderketina dengan û sindoqan li ciwanên Tirkiyeyê kirin û gotin: “Bi qasî dayîna dengan parastina wan jî giringe. Tecrubeyên borî hene. Li gorî wê parastina dengan bikin.”
Ciwanên Wargeha Ş. Rûstem Cûdiya (Mexmûr) der barê giringiya dengan û xwedî derketina li sindoqan de nirxandin kirin û daxwaz ji ciwanên kurd û Tirkiye kirin ku bi berpirsiyariyek dîrokî li sindoqan xwedî derkevin.
Ji jinên ciwan Zozan Yilmaz destnîşan kir ku çareseriya qeyîranan bi serketina HDP’ê ve girêdayiye û wiha domand: “Çareseriya hemû qeyîranan serketina HDP’ê ye. Divê gelê kurd bûyerên bi serê wan hatî ji bîr nekin. Ev hilbijartin qedera gelan dide diyarkirin. Ji bo ku komkujî bidawî bibin hewceye hemû ciwan bi baldarî tevbigerin. Qedera me hemûyan bi hilbijartinê ve girêdayiye.”
Ciwanê Mexmûrê Îsmaîl Uçar jî destnîşan kir ku berxwedana mezin parastina dengan e û wiha axivî: “Hemû gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hewceye di hilbijartinê de li ber xwe bidin û denge xwe ji bo xwe bikarbînin. Dengê xwe bidin gelan. HDP ne ji bo netewek, gelekê ye, em malê hemû civakê ye. Dema ku mirov HDP’ê bi partiyên dinê re tîne ber hev hîn zêdetir wate û giringiya wê ya ji bo gelan derdikeve pêş. Dengekê bidin HDP’ê yekê jî bidin Demirtaş.”
‘JI BO PÊŞEROJEK AZAD DENG BIDIN HDP’Ê'
Suheyla Alturk jî komkujiyên ser bajarên Bakur bibîrxist û wiha dom kir; “Divê gelê kurd Sur, Nisêbîn, Cizîr û Efrînê ji bîr nekin û li gora wê dengê xwe bikarbînin. HDP netenê gelekê digire, ew pêşeroja hemû gelane. Kurd gelek qedîm ê berxwedêre ticarî Erdogan nikare me tine bike. Pêwîste ciwan xwedî li sindoqan derkevin. Ji bo jiyanek rast û pêşerojek azad deng bidin HDP’ê.”
Endamê Komîta Werzîşê ya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Kerem Çakir giringiya rola ciwanan di hilbijartinê de bibîrxist û wiha berdewam kir: “Divê gelê kurd bi fikirîn biçin ser sindoqan. Hewceye berî çuna ser sondoqan her kes bifikire ji bo kurdbûn û ji bo hemû gelan ev dengdan tê çî wateyê. Ji dengan zêdetir jî sindoqan biparêzin û lê xwedî derkevin. Ji xwe ceribandin hene di demboriyê de çiqas deng dizine, ji bo wê jî hewceye bi qasî dayîna dengan ji bo parastina wan jî her kes erk û berpirsiyariya xwe bibinin.”